BERLIN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) amadekariyên xwe ji bo meşa mezin e 8ê Mijdarê, didomînin.
Ciwanan, ku li cihên qerebalix ên Berlînê û di trênan de belavok belav kirin. Dema ciwanan belavok belav dikirin, sedema meşê, azadiya fîzîkî ya Reber APO, ji rêwiyan û welatiyan re rave dikirin.
Her wiha endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger hemû gelê Kurd û dostên wan, bi taybetî ciwanên welatparêz ên li welatên din ên Ewropayê dijîn, vexwendin ji bo tevlî meşê bibin.


