MARSÎLYA – Ciwanên Kurdistaniyên Fransa (CKF) banga meşa 2ê Mijdarê a Marsîlya ê (Fransa) kirin. Meş ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi pêşengiya ciwanên were lidarxistin.
Ciwanan di çarçoveya înîsiyatîfa “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, bangên xwe yên ji bo meşê didomînin. Ciwanên Kurdistaniyên Fransa (CKF) ciwan û welatparêzên Kurd ji bo tevlîbuna meşa 2ê Mijdarê vexwendin.
Li gelek deverên Marsîlyayê poster û broşûrên ji bo rekalma meşê ten kirin, çalakvanan çûn cihên navendî ya bajarê û serdanên malan kirin.
Cih û dema meşê ev in:
Cih: La Canebiére Marseille
Dîrok: 02.11.2025
Saat: 14:00


