Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin

Edîtor: Nucan Serdoz
24/10/2025 - 9:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 33’yan a şehadeta şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyanî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em rêheval Bêrîtan Hêvî (Gülnaz Karataş) ku Rêber Apo ji bo wê tespîta ‘Çalakiya wê çalakiya evîn û rûmetê ye’ kiribû, di salvegera şehadeta wê ya 33’emîn de bi hezkirin, rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.

Hevrê Bêrîtan her çiqas di sala 1971’an de li Solhanê ji dayîk bûbe jî lê bi eslê xwe ji Dersimê ye. Di salên xwe yên xwendekariyê de PKK’ê nas dike û di bihara 1991’an de tevlî gerîla dibe. Tevî ku di nav gerîla de hîna sala xwe ya duyemîn temam nekiribû jî wê bi sekna mîlîtantiya Apoyî ku di şertên herî zehmet de danî holê, navê xwe li dîrokê nivîsand. Dewleta Tirk di sala 1993’an de ji operasyona leşkerî ku weke ‘operasyona derveyî sînor bi nav kiribû’ encameke weke tê xwestin negirtibû. Ji ber vê sedemê di vê operasyona di 4’ê Cotmehê de hate berfirehkirin de, hêzên pêşmerge yên herêmî, di nav de PDK û YNK jî hatin bicihkirin û tevlî kirin. Gerîlayên me yên azadiya Kurdistanê bi wêrekî û fedakariyeke mezin li hember êrîşên dijwar ên hewayî û bejahî li ber xwe dan. Li hin deverên stratejîk, yekîneyên me yên gerîla yên jin pêşî bersiv dan êrîşan. Li Heftanînê ku yek ji deverên rastî êrîşên dijwar hat, têkoşîn bi pêşengiya fermandara eniyê Azîme (Mihriban Saran) bi serkeftî hate mezinkirin. Li Xakurkê ku eniyeke din a çalakê bû hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li hemberî xeta hevkar û teslîmbûnê bi israra xwe ya têkoşînê, xeta xwe ya berxwedanê û sekna xwe bersiv da.

Di roja 25’ê Cotmehê de, hevrê Bêrîtan; di mewzî de weke kaleyekê li ber xwe da, heta guleya xwe ya dawî jî şer kir. Dema guleyên wê xilas bû, çeka xwe şkand, ji bo sax nekeve dest xwe di zinarê de diavêje. Em vê destana lehengiyê ji vegotinên pêşmergeyên ku wê demê di cehpê dijmin de şer dikirin jî dizanîn. Bi baweriya ku berxwedanî bigihe serkeftinê heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dan, ji bo sax neyê dîlgirtin, rêgeza gerîla ya Apogeriyê bû. Hem militana vê rêgezê û hem jî mîratgera helwesta Zerîfe û Besêyan heval Bêrîtan Hêvî li dijî teslîmbûnê çalakiyek wiha pêk anî.

Bêguman ev çalakiyek întîharwerî nîne, îfadeya xeta azadiyê ye. Hevrê Bêrîtan; bi helwesta xwe hem li hemberî netewperestiya paşverû, hem jî li hemberî teslîmiyetê, hevkariyê, oportûnîzm û paşverûtiyê her wiha bi evîna xwe ya ji bo şerê gerîla, bi baweriya xwe ya ji baweriya jin û hêza wê re, bi tevlîbûna xwe re li dijî zîhniyeta paşverû ji bo me bû xetek. Bi vê hişmendiya xwe ya li hemberî şer û jiyanê, bi tevlîbûna xwe di têkoşîna me ya azadiyê de ya ku hişt em biryara artêşbûna jin bidin bû çavkaniyek diyarker a bawerî û hêzê.

Ew bû pratîkvana ahenga şerkirin, azadî-bedewî û hezkirinê. Bi xebata xwe ya gerîlatiyê, bi jiyan û çalakiya xwe di serkeftina dijwar a azadiya jinan û têkoşîna afirandina xwe de bû militana serkeftinê ya Apoyî. Şehîd Bêrîtan; bi kesayeta xwe ya kûr û zana re, bi hêza xwe ya entelektuel, bi şerkeriya xwe ya îrade, bêdudil-wêrek re, di jiyanê de bi fedekariya xwe re, bi rewşenbîr û helbestên xwe jî dihat naskirin. Mezinbûna lêgerîna wê ya ji bo jiyaneke azad, aliyê ku jiyana gerîla xweşik dike, aliyê ku bi berxwedanê mezin û pêş dixe; di rojnîvîsa xwe de ku bi nivîsên wêjeyî û helbestî nivîsandiye ku ji me re hiştiye ji me re mîrateyek gelek girîng e. Hevrê Bêrîtan, di têkoşîna me ya azadiyê de, bi gerîlatî, lêgerîn, hezkirin û pîvanên xwe yên kedê re bi helwesta xwe ya li hemberî îxanetê di têkoşîn û jiyana me de bû meşaleyek rênîşan û wê ev meşale her tim geş bimîne.

Bi vê meşaleya ku wê ji destê me nekeve, em ê di fikrê xwe de zelal û di gavên xwe de bi wêrek bin. Çawa ku artêşa me ya jin bi mîrasa têkoşîna Şehîd Bêrîtanan mezin bûye, îddîaya me ya ji bo parastina cewherî ya ji bo hemû jinan jî mezintir bûye. Bi vê îdiayê, li ser bingehê pîvana bûyîna sosyalîst bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku Rêber Apo bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî jin daniye holê, li hemberî çanda koletiyê ya li ser jinan hatiye sepandin em ê têkoşîna xwe mîna Bêrîtan mezin bikin. Di vê pêvajoyê de em ê manîfestoya ku perspektîfên azadiyê yên serdema Rêberê me temsîl dikin, weke hêza avakirina jiyana komunalîst û azadiya jinê bi aqil û dilê Şehîd Bêrîtan re fêm bikin. Bi biryardarî, îdia, wêrekî û baweriya wê re pratîk bikin. Di şexsê Şedîd Bêrîtan Hêvî de em hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê û şehîdên çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, carek din bi rêzdarî, hezkirin, bêrîkirin û mînetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin serkeftinê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin

Nivîsa Pêş

Bêrîtan û Bêrîvan li Şengalê bi çalakiyekê hatin bibîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bêrîtan û Bêrîvan li Şengalê bi çalakiyekê hatin bibîranîn

Bêrîtan û Bêrîvan li Şengalê bi çalakiyekê hatin bibîranîn

Sibe Gerîlayên Azadiyê pêngavek din ya dîrokî diavêjin

Sibe Gerîlayên Azadiyê pêngavek din ya dîrokî diavêjin

Manşet

  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.