ŞENGAL- Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê li navenda Şengalê Şehîd Bêrîtan û Şehîd Bêrîvan di salvegera şehadeta xwe de bi girseyî hatin bîranîn.
Di pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwanên Şengalê, li navenda Şengalê di salvegera şahateda 33’emîna de gerîlaya Arteşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) Bêrîtan Hevî (Gulnaz Karataş) û 10’emîn salvegera şehadeta gerîllaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Bêrîvan Şengalî (Dunya Saîd Hesen) bi merasimekî girseyî hatin bibiranîn.
Bîranîn li salona navenda Ciwanên Êzîdxan ku li navenda bajarê Şengalê ye hate lidarxistin. Bi deqeyek rêzgirina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Pîştre li ser jiyan û tekoşîna şehîdan axaftin hatin kirin.
Di bîranînê da gelek endam û rêvebirên saziyên girêdayî Rêvebiriya Xwesera Şengalê û malbata Şehîd Berîvan Şengalî amede bûn.
Di bîranînê da endama Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê Avesta Êzîdî axivî wiha got: “Heval Bêrîvan, hevaleka Êzîdî bû. Pîştî fermana 2014’an bi hêza ku ji şervanan girtibû tevlî nava refên gerîla bû. Niha ji bi sedan jinên ciwan li ser şopa wê li nav rêfên YBŞ’ê û YJŞ’ê da cih digrin. Em wekî jinên ciwan ji em hertim li ser şopa şehîdê xwe têbikoşin”.
Li ser navê malbata Şehîd Berîvan Şengalî Neam Elyas axivî, Neam Elyas di destpêka axaftina xwe de şehîdên tekoşîna azadiyê û 74’an fermana bibîr anî û got: “Şehîd Bêrîvan jîneke bi temanê xwe yê ciwan de ji bo tola fermanê hilîne tevlî tekoşînê bû. Ji bo em li ser axa xwe azad bijin, em ê eş û bedelê wê ji bidin”.
Bîranîn bi nîşandana sînevziyonê bi dawî bû.


