NAVENDA NÛÇEYAN- Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla ji bo bîranîna Fermandar Bêrîtan bi coş hate pîrozkirin; Fermandara Konseya Leşkerî ya YJA Starê Peyman Amed got, sekna Bêrîtan artêşbûyina jin ava kiriye.
Di sala 1992’yan de Berîtan Gulnaz Karataş li hember xeta hevkar ê zilamê serdest û li hember hêzên noker xwe ji zinaran avêt. Ev sekna Berîtan ji bo artêşbûyina jin bû despêkekî û 33 sal in gerîlayên jin li ser xeta Berîtan şer û tekoşîn dikin. Îsal jî gerîlayên jin bi boneya hatina salvegera şehadeta Bêrîtan li qadên xwe merasîm pêk anîn û ev roj bi şahiyan pîroz kirin. Di merasîmê de ji konseya fermandariya leşkerî ya YJA Star Peyman Amed axivî û peyamên girîng da.



