NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîd Erdal Şahîn (Celal Şahîn) bi destpêkê geşedanên li Sûriyê û şoreşa Rojava re, weke xwendekarekî tevlî tekoşîna azadiyê dibe. Şehîd Erdal, bi eslê xwe ji gundê Bilik ê Kobanê, bi salan di nava tevgera ciwanên Apoyî de cih digire û pêşengtiyê dike. Li gelek bajaran kar dike, gel û bi taybetî ciwanan bi rêxistin dike û hezkirinekî mezin derdora xwe kom dike. Di 30’ê Cotmehê 2018’an de, li çiyayên Kurdistanê, di êrîşekî dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe.
Birayê Şehîd Erdal Şahîn, Bîlal Şahîn, behsa jiyan, kesayet û tekoşîna birayê xwe kir û diyar kir ku heya roja îro her kesî ku pê re kar kiriye behsa wî dike:
“Şehîd Erdal ji min mezintir bû. Zaten karê me zîrat bû, hûn bi xwe zanin, karê wî jî xwendin bû. Em li Minbij man, ew her tim dixwend. Li Minbijê dixwend heta bekeloriyê, piştî bekeloriyê derbasî zanîngehê bû, çû zanîngeha Hûmis. Li wê derê dixwend, demekî ma, karê rêxistinê dikir li wê derê, lê me nizanîbû. Ew berî rêjîmê biçe, di dewra rêjimê berê de bû. Berî ku rêjîm bikeve û şoreş çêbibe. Carinan heval dihat û diçûn. Hûn jî bi xwe dizanin ku em malbatekî welatparêz in. Carinan hinek heval dihatin û digotin “hûn heval Erdal nas dikin”, me digot “na”. Piştre em pê hêsiyan ew karê ciwanan dike. Wê demê em li Minbijê bûn, şehîd Erdal zimanê erebî dixwend, hîn zimanê kûrdî fêr nebû. Heval diçûn û dihatin bi dizî, ew li cem hevalan kar dikir û zimanê kurdî fêr dibû, li ber wan rûdinişt.
Şehîd Erdal û şehîd Viyan bi hev du re li Minbijê kar dikirin. Piştre çete ketin Minbijê û em hatin Kobanê. Wê demê, wî cû zarok dida xwendin, dersê kûrmancî dida wan. Zarokên biçûk fêr dikir xwendinê kûrmancî. Seyare tûnebû, ji ber wê bi meşê diçû yan bi motor diçû. Wisa karê xwe dikir, diçû zarok xwendin dida. Ji gûndê me destpêkir, gûndê Bilik diçû zarokên gûnd xwendin dida, fêrî zimanê kûrdî dikir. Wê demê jî pir zehmet bû, pirtûkên kûrdî tûnebûn, şoreş nû destpêkir, heval kêm bûn. Heta zarokên gûnd sedî sed fêrkirin, di dawiyê de derbasî gûndê Gêrik bû. Vê car di gûndê Gêrik de jî demekî ma heta zarok tam fêrî zimanê kûrdî kirin.
Şehîd Viyan jî çû Kobanê, karê xwe li wê derê dikir. Dema di cebhê de çete êrîş kirin, li wê derê şehîd Viyan şehîd ket. Em çûn merasîmê wê û me dît şehîd Erdal li ser tabûta şehîd Viyan sond dixwe. Em çûn cem wî, me got “çima tu sond dixwe, neçe, tû dizane wek malbat çawa diêşê dilê dayikan”. Hevalan gotin “bi xwe re bibin”. Me bi xwe re anîn, dû rojan, sê rojan, çiqas pêre axivîn got “na, ez kê tevlî bibim”. Me got “temam, tu wê tevlî bibî”, bavê min got “eger tu wê tevlî bibî, emê te bi xwe re bibin, bi tenê neçe. Me wî xist erebe û me dîrek wî bir Kobanê, navendê hevalan, û me teslîmê wan kir.
Piştî ku tevlî bû me xeber nebihist, tenê me dizanîbû li cebhêyê Kobanê bû, li cebhê şerqî, aliyê Qezerê. Em carkê çûn cem wî, meta min jî li wê derê bû, Şehîd Xemlîn li wê derê bû, em carekî çûn cem wana, me wê derê ew û şehîd Xemlîn û şehîd Erdal giştî dît. Piştre çetayan êrîşê Kobanê kirin. Zaten em giştî derketin ber sînor. Şehîd Erdal karê xwe dikir, di cebhê de bû. Dihat cem me û diçû, digot “neçin, derbasî Tûrkiyê nebin, heta ez werim ji we re bêjim derbas bibin. Eger rewş xerab bibe ez ê werim. Hûn ber sînor bin”. Em ber sînor man, piştre carek hat, got “rewş xerab e, hûn dikarin derkevin, xwe bidin aliyekî, ji ber rewş pir giran e. Wê demê jî şerê Kobanê giran bû. Piştî wê Kobanê hêdî hêdî rizgar bû û ew derbasî karê ciwanan bû. Berî derbasî karê ciwanan bibe, çû û derdorê salekî derbasî çiya bû. Ji çiya vegeriya karê ciwanan. Li Qamişlo demekî kar kir, me li wê derê carekî wî dît. Di dawiyê de vesaziya wî çêbû û hat Girê Spî. Li Girê Spî jî demekî ma û piştre derbasî Minbicê bû. Li Minbicê demekî kar kir û di karê xwe de jî pir zîrek bû. Ciwanan di derdora xwe de kom dikir. Diçû kû derê, ciwanan kom dikir, di karê xwe de zîrek bû, çi kar te dida pêşiyê, di karê xwe de jêhatî bû, biserdixist. Nehate mal, me çiqas me digot, “tu li Minbicê yî, em 30 kîlometer nêzî te ne, çima tu nayê mal?” Digot “ez derbasî kîjan malê dibim, ew mal mala min e, ew dayik û bavê min in, ne hûn tenê ne. Piştre li Minbijê me carekî dawiyê hev du dît û hate mal. Li Minbijê me dît, got ez ê herim, êdî demekî neyim, karê min heye. Ez nizanim ku wê derbasî çiya bibe. Piştre çû, derbasî çiyan bû, demekî ma, me agahî nebihîst. Salek çû, dû sal çûn, me nebihîst. Piştre li Dêrazorê min hevalekî dît, got “rewşa wî hûn dizanin, nizanin, xebera we ji heval Erdal heye?” Me got “na, tune”. Wê demê şehîd ketibû. Piştî wê hevalan agahî nedan, piştî du salan îlan kirin ku heval Erdal şehîd ket.
Heval Erdal hevalekî hêja bû, ji her kesî re hezkirî bû, di nav haretê de, di nava mal de, di nava malbatê de, pir hezkirî bû. Ciwan û zarokên biçûk jê hez dikirin. Diçû kû derê di karê xwe de zîrek bû. Li Minbicê kar dikir, li Girê Spî, li Qamişlo kar dikir. Ez li Minbicê pir diçûme cem wî. Her tim ku diçûm cîhê ciwanan, dinêrim, ciwanan li dor wî gelek in. Diçû kû derê dihat hezkirin. Derbasî kîjan malê dibû behsa wî dikirin. Heta roja îro, di kîjan malê de li Minbicê kar dikir, behsa wî dikin. Ji sofêrê bigirê, nobetdar bigire, malbatan bigire, heta roja îro ji me re telefon dikin, behsa başbûna wî dikin.”



