NAVENDA NÛÇEYAN – HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn û got, “Bûn şopdarên Egîd, Bêrîtan û Zîlanan û weke lehengên hemdem ên gelê Kurd navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:
“Hevrêyên me Ronahî, Dunya, Bedirxan, Mahîr, Baran, Andok, Simko û Şahan bi hezkirina azadiyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hebûna xwe fedayê doza azadiya gelê Kurd kirin û bûn milîtanên fedayî yên Apoyî. Bi îdeolojiya PKK’ê xwe jinûve afirandin û azad bûn. Hingî ku azad bûn û xurt bûn, her yek ji wan mîna stêrkekê biriqîn û di têkoşîna gelê me de bi rolên bêhempa rabûn. Dilê wan ji bo tevahî gelên bindest lê dida. Li her dera Kurdistanê bi fedayiyane têkoşiyan. Bûn hêviya bindestan û dengê mazlûman; li her goşeyeke Kurdistanê fedakariyên xwe kirin destanî. Bi sekin, tevlîbûn, jiyan û hevrêtiya xwe di dilê me de cih girtin. Bûn şopdarên Egîd, Bêrîtan û Zîlanan û weke lehengên hemdem ên gelê Kurd navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin.
Hevrêyên me Ronahî, Dunya, Bedirxan, Mahîr, Baran, Andok, Simko û Şahan bi îradeya xwe ya xurt tevlî têkoşîna dijwar a sala 2019’an bûn. Bi cesaret û biryardariyeke mezin têkoşîn bi fedayiyane mezin kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd xwe feda kirin. Em şehîdên xwe yên têkoşîna sala 2019’an ku mîmarên ronahiya siberoja me ne, bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em li ber bîranîna şehîdên xwe yên ezîz bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em soz didin ku bi hêza ku me ji wan girtiye armancên wan bi ser bixin û meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.
Li ser vê esasê em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
![]() |
Nasnav: Ronahî Colemêrg
Nav û Paşnav: Gulcan Akdogan Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik – Bav: Ayşe – Kemal Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Dunya Nerduse
Nav û Paşnav: Aşîret Aktaş Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik – Bav: Canê – Arîf Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Bedirxan Qoser
Nav û Paşnav: Şervan Aslan Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik – Bav: Gulseren – Mehmet Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Mahîr Can Dîgor
Nav û Paşnav: Yahya Yurek Cihê Jidayikbûnê: Qers Navê Dayik – Bav: Kandîle – Rifat Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Baran Êlih
Nav û Paşnav: Ridvan Turgut Cihê Jidayikbûnê: Êlih Navê Dayik – Bav: Raziye – Seîd Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Andok Jîrkî
Nav û Paşnav: Aydin Ozdemîr Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Xanim – Muzaffer Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Simko Tolhildan
Nav û Paşnav: Riza Sofî Cihê Jidayikbûnê: Kotol Navê Dayik – Bav: Xanîm – Ehmed Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Şahan Qelqelî
Nav û Paşnav: Murat Alîoglû Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik – Bav: Arîfe – Beşîr Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |











