TEPQA – Yekitiya Jinên Ciwan Ya Bakur û Rojhilatê Şuriyê bersiva xwe ya li hemberî dîrokê û banga Rêber APO didin û dixwazin berpirsyartiya dîrokî ya pêvajoya “Aşitî û Civaka Demokratîk” bi pêşengtiya jinên ciwan rakin. Bi şiyara ‘Bi hevaltiya komînal, bi Rêbertî re bijîn!’ ve, kampanyaya xwe ya ‘Kom Bibe!’ ya 4 mehan didin destpêkirin.
Ser vê esasî Yekitiya Jinên Ciwan ên Tepqa 2 roj Kampa “Kom Bibe” birêxistinkir. Jinên ciwan diyar kirin ku çiqasî em îro kom bibin û xwe rêxistin bikin, em dikarin ewqas dîrokê ber bi azadiyê ve biherikînin. Weke jinên ciwan bi nasnameya pêşengtiyê bi vê kampanyayê dixwazin misyoneke dîrokî bigrin ser milên xwe.
Jinên ciwan hazirtiya kampê kirin û di navbera 10’ê û 11’ê Cotmehê de kampa xwe lidarxistin. Kamp ji bo salvegera komploya navnetewî hat birêxistinkirin. Ser vê esasî bi slogana “Li Dijî Komploya Navnetewî Kom Bibe” jinên ciwan beşdarî kampê bûn. Roja yekem jinên ciwan dahûrandina Rêber APO xwendin û sinevziyon li derbarê Komploya Navnetewî temaşe kirin. Roja duyem jî semînar hat dayin û ji bo Rêber APO name hat nivîsandin. Her wiha jinên ciwan li derbarê pêvajoya heyî û divê çawa pêşengtiya vê pêvajoyê bikin niqaş kirin.
Yekitiya Jinên Ciwan bang li hemû jinên ciwan yên ku sînorên koletiyê de naxwazin jiyan bikin û dixwazin xwediyê jiyaneke azad û birûmet bibin dikin. Bêgûman jiyana herî birûmet jî jiyana komînal û rêxistinî ye. Rêxistinbûn parastina herî xurt ya civakê ye.


