NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuniyekê piştgirî da hemleya “Bi Hevgirtina Jinan , Em Ê Sûriyek Azad, Demokratîk ,Nenavendî Avabikin” ya Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya.
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenobiya bi daxwiyaniyeke hevbeş ku li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê li bajarê Qamişlo hate xwendin, destpêkirina Kampanyaya Jinên Sûriyeyê di bin dirûşmeya: “Bi Hevgirtina Jinan , Em Ê Sûriyek Azad, Demokratîk ,Nenavendî Avabikin”ragihand. Kampaniya wê li ser 3 qonaxan were meşandin û armanca wê avakirina Sûriyayek pirreng, ne navendî ku Jin di hemî qadan de xwedî biriyar û pêşeng be.
Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji îro bi daxuyaniyekê piştgirî û piştevaniya xwe ya ji bo hemlaya nû nîşan da: “Wek Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em piştgiriyê didin kampanyayê ku Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenobiya bi nave “Bi Hevgirtina Jinan , Em Ê Sûriyek Azad, Demokratîk ,Nenavendî Avabikin” da despêkirin. Di demên dawî de, li seranserê Sûriyeyê gelek êrîş li ser jinan hene. Ji ber vê ji bo me girîng e ku em beşdarî vê kampanyayê bibin. Herwiha Reber APO di axaftin û nameyên xwe yên dawî de gelek caran behsa azadiya jinan kiriye, ji bo we erkê me ew e ku em azadiya jinan di pratîkê de bi cih bînin. Wek jinên ciwan, me çend roj berê kampanyaya xwe “KOM BIBE” da destpêkirin da ku em bigihîjin hemû jinên ciwan ên li seranserê bakur-rojhilatê Sûriyeyê yên ku di bin zextê de ne. Wek jinên ciwan, em ê xwedî li banga Rêber Apo derkevin.”
Daxuyanî bi slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.


