KOBANÊ – Di roja 2’emîn a 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir lîstokên yekemîn di Stadyûma Şehîd Bawer Agir de, di navbera tîmên Kobanê û tîmên Serdemê (ya Qamişlo) yên jin û yên xort hatin lîstin.
Berî wê, hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel axaftin kir. Bozan Berkel vekirina vê Stadyûm diyarî Rêber Apo û hemû şehîdên şoreşê, ku bi fedekariya xwe hiştin ku roja îro jiyanekî bi rûmet li herêmê were jiyîn. Piştî wê Bozan Berkel qala şehîd Bawer Agir û keda wê ji bo pêşxistina projeyê avakirina vê stadyûm kir.
Piştî wê her du tîm ên jin derbasî lîstokgehê bûn û ji bo bîranîna hemû şehîdan deqayekî rêzgirtin hat girtin. Di encama lîstokê de tîma Serdem bi 3-2 biserket. Tîma Serdem 3 golan avêt, piştî wê jî Tîma Kobanê 2 gol avêt lê nikarîbû encamê maç biguhere.
Piştre tîmên xort ên Kobanê û Serdem dest bi maçê xwe kir.
Tîma Kobanê li dijî Tîma Serdem biserket. Tîma Kobanê 2 golan xist, piştî wê Tîma Serdem hîn karîbû golekî bixe. Gelê Kobanê serkeftina tîma xwe bi coşekî mezin pêşwazî kir.



