ŞENGAL – Fermandarên HPG’ê Ronî Baz Gever, Şivan Cîlo Gever, Şervan Perwer û Kerîm Avareş li şehîdgeha Şehîd Dilşêr û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê bi awayeke girseyî hatin bîranîn. Di bîranînê de behsa têkoşîn û keda wan a ji bo Êzidiyan hate kirin.
Fermandarên HPG’ê Ronî Baz Gever, Şivan Cîlo Gever, Şervan Perwer û Kerîm Avareş li şehîdgeha şehîd Dilşêr û Şehîd Berxwedan a Serdeşta Çiyayê Şengalê bi awayeke girseyî û bi beşdariya hemû sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser hatin bîranîn.
Girseya gel destpêkê serdana şehîdgehê kirin, paşê derbasê hola bîranînê bûn. Merasîma bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên Êzidxanê û têkoşîna azadiyê re destpê kir. Di merasîmê de sînevîzyonek ku ji axaftinên şehîd Ronî, Şivan, Kerîm û Şervan pêkdihat hate temaşekirin. Paşê dayîk ji bo şehîdan çira vêxistin. Bi navê Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Lîza Xeyrî, hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo û Endamê fermandariya YBŞ’ê Rêber Şingalî axivîn. Behsa xebat û têkoşîna şehîd Şervan, şehîd Ronî, şehîd Şivan û şehîd Kerîm hate kirin. Bi taybet behsa rola şehîd Şervan a di vekirina korîdora mirovî ya di dema fermanê de hate kirin. Her wiha behsa rola şehîd Ronî Baz di tevgera ciwanan de jî hate kirin û soza dewamkirina xeta wan hate dayîn.
Merasîm bi dirûşmên: ‘‘Bijî Serok Apo’’ û ‘‘Şehîd Namirin’’ bi dawî bû.


