Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Yekitiya Jinên Ciwan kampanyaya ‘Kom Bibe’ da destpêkirin

Edîtor: Nucan Serdoz
07/10/2025 - 16:04
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya xwe ya çar-mehî ya “Kom Bibe!” bi dirûşmeya “Rêhevaltiya Komînalist bi Rêber APO re Bijî!” da destpêkirin. Armanca kampanyayê ew e ku pêvajoya “Civaka Aştî û Demokratîk” a bi pêşengiya jinan li dijî 27 salên esareta Rêber APO, xurt bike û banga jiyana komunal bilind bike.

Daxuyaniya Jinên Ciwan, ku li mala Rêber APO ya li bajarê Kobanî hat lidarxistin, bal kişand ser berxwedana berdewam a jin û ciwanan li dijî şerên ku li çaraliyê cîhanê û herêmê diqewimin. Wan diyar kir ku “paradigmaya demokratîk, ekolojîk, û azadiya jin” a Rêber APO û Manîfestoya wî ya Aştî û Demokratîk rêya pêşveçûnê di vê têkoşînê de nîşan didin.

Kampanya bi balkişandina ser pêşengiya jinan a Şoreşa Rojava û banga parastina “jiyana komunal, azad û rêxistinkirî” berdewam dike. Di daxuyaniyê de ev peyam hebûn:

Kampanyaya “Kom Bibe!” di çar mehên pêş de di nav jinên ciwan ên herêmê de bi rêya rêxistinkirin, perwerde û çalakiyên hevgirtina civakî were meşandin.

Daxuyanî bi vi rengî ye:

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di giştî herêm û cîhanê de bi hemû şêwazên tund û hovanbar berdewam dike. Li beranberî vê yekê têkoşîn û berxwedaniya jin, ciwan û gelan didome. Bêgûman têkoşîna hêzên azadîxwaz û demokrasiyê ne bi roja me ya îro ve sînordar e. Îro jî yê ku temsîliyet û pêşengtiya van nirxên komînal dike Rêber Apo ye. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya ‘demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jin’ roleke dîrokî ji bo gelên bindest û jinên cîhanê dike. Ji 24’ê Cotmeha 2024’an heta niha wekî aktorekî sereke têkoşîneke bêhempa dide meşandin.

Rêber Apo ji 1999 heta niha di bin îşkenceyeke dîrokî de jiyan dike. Ruxmê hemû tecrîd û polîtîkayên ku li ser tê meşandin tu carî dev ji têkoşînê berneda û her tim wekî sosyalîstekî jiyan kir. Paraznameyên xwe diyariya hemû gelan kir û niha jî bi lêhurbûneke 10 salan ‘Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk’ ji mê re şand û pêvajoyeke nû da destpêkirin. Rehînetiya 27 salan nebû sedema binketinê, lê bi hemû zindîbûn û ciwanbûna xwe plansaziyên hêzên komploger vala derxist. Rêber Apo bangawaziya jin, ciwan û giştî mirovahiyê kir û me xist lêhurbûneke kûr.

Hêzên navdewletî di nav şerekî qirêj û berjewendîparêz de ne. Li ber çavê hemû mirovahiyê qetlîam tên kirin. Rêber Apo li hemberî van qetlîam û şerên ku tên meşandin, bi Manîfestoyê rê û rêbazên têkoşînê bi xetên zêrîn û pir eşkere diyar kir. Li hemberî êrîşên desthilatdar û dewletparêz, têkoşîna jiyana komînal wê me bibe serkeftinê. Bêgûman pirsgirêk bi roja me ya îro, an bi çend salan ve sînordar nîne. Dîroka desthilatdariyê digihîje 30 hezar sal berê. Êrîşa yekemîn li hemberî jinê hat kirin û diziya nirxên civakê hat kirin. Komên destpêkê yên êrîşkar bi demê re pergala xwe ya dewlet ava kirin û bûn ‘kujerên kastîk’. Tehlîleke giring ya ku Rêber Apo di manîfestoyê de kir ew bû ku ‘Şerê di dîrokê de di navbera dewlet û komînê de ye.’ Yanî dîrok; şerê zilamê kûjer û jina azad ya komînalîst e.

‘Kûjerên Kastîk’ di roja me ya îro de bi hemû hêza xwe ya heyî êrîşê Rêberê me û pîvanên çanda jina azad dike. Bi taybet Şoreşa Rojava ya ku di pêşengtiya jin de hatiye pêşxistin wekî xeteriyeke pir mezin tê dîtin. Ji ber ku ev şoreş, şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava çirûskek bû. Ev çirûsk her ku diçe ber bi cîhanê ve belav dibe. Bi serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ bû bizot. Niha pêl bi pêl mezin dibe û desthilatdaran dişewitîne. Dîroka desthilatdarî ya ku jinê kole dike êdî nayê qebûlkirin û jin dîroka xwe ya veşartî ya berxwedaniyê dinivîsîne. Rêber Apo rastiya me jinan, bi me ve da nîşandan û me dît ku dîroka jinê bi têkoşîn û jiyaneke azad ve tijî ye.

Îro jî qasî ku em kom bibin û xwe rêxistin bikin, em dikarin ew qas dîrokê ber bi azadiyê ve biherikînin. Di name û peyamên xwe yên herî dawî de jî Rêber Apo slavên xwe yên germ ji bo me jinên ciwan şand û me weke pêşengê vê pêvajoyê diyar kir.

Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bakur û Rojhilatê Suriyê, bersiva xwe ya li hemberî dîrokê û banga Rêber Apo didin û dixwazin berpirsiyartiya dîrokî ya pêvajoya ‘Aşîtî û Civaka Demokratîk’ bi pêşengtiya jinên ciwan rakin. Bi şiyara ‘Bi hevaltiya komînal, bi Rêbertî re bijîn!’ ve, kampanyaya xwe ya ‘Kom Bibe!’ ya 4 mehan didin destpêkirin. Bi vê kampanyayê em dixwazin destpêkê rexnedayineke xurt ji bo rehînetiya Rêber Apo bidin û di heman demê de bibin bersiva pêvajoyê. Em weke jinên ciwan bi nasnameya pêşengtiyê bi vê kampanyayê dixwazin misyoneke dîrokî bigrin ser milên xwe.

Îro hem wek jeostratejîk û hem jî rola xwe ya di dîrokê de axa Suriyê li gorî berjewendiya desthilatdaran tê parvekirin. Li ber çavê hemû dinyayê qatîlê Colanî ya ku tê zanîn ku bixwe çete ye wekî Serokê Suriyê hat erkdarkirin. Li Siweydayê û giştî xeta Sahîl ya Suriyê qirkirineke hovane hat jiyîn. Doh jî êrîşên taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê kirin. Em dibêjin ku ne qatîlê Colanî, ne desthilatdarên din nikarin me bidin sekinandin. Em ê pêşengtiya parastina xwe û civaka xwe bikin.

Em bang li hemû jinên ciwan yên ku sînorên koletiyê de naxwazin jiyan bikin û dixwazin xwediyê jiyaneke azad û birûmet bibin dikin. Bêgûman jiyana herî birûmet jî jiyana komînal û rêxistinî ye. Rêxistinbûn parastina herî xurt ya civakê ye. Li ser vê esasî em dibêjin ku

Ji bo şikandina Tecrîda Îmralî Kom Bibe!

Ji bo jiyaneke azad û birûmet Kom Bibe!

Li hemberî desthilatdarî û koletiyê Kom Bibe!

Ji bo jiyaneke komînal Kom Bibe!

Li dijî talankirina xwezayê Kom Bibe!

Li dijî tundiya li ser jin û zarokan Kom Bibe!

Li hember çeteyan ji bo xweparastin Kom Bibe!

 

1 Ji 7
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsa Reqa berxwedana gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kir

Nivîsa Pêş

Di girtîgehên hikûmeta veguhêz de ciwanek ji ber eşkenceyê hate kuştin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di girtîgehên hikûmeta veguhêz de ciwanek ji ber eşkenceyê hate kuştin

Di girtîgehên hikûmeta veguhêz de ciwanek ji ber eşkenceyê hate kuştin

Zarokên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Zarokên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.