NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Kurd li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Govenda Rojava li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfûrtê li bajarê Frankfûrt ê Almanya kom bûn û festîvalek li dar xistin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê Şehîd Hozan Mizgîn de dest pê kir, piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftinek hat kirin û girîngiya çalakiyên bi vî rengî ji bo pêşvebirin û parastina çanda Kurdî hate destnîşankirin.
Çalakî, ku semînerek kurt li ser Govendê jî di nav de bû, bi govendan berdewam kir. Çalakî, ku di saet 4:00 PM de dest pê kir, heta derengiya şevê berdewam kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.



