NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hewldana ketina hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gel bajarokê Rîma Hazim ê gundewarê Siwêdayê têk bir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Piştî nîvê şevê, saet di 12:15ˊan de (7 Cotmeh 2025) çeteyên terorîst ên girêdayî desthilata terorîst, hewl da ji eniyê bajarokê Rîma Hazim ve derbas bibe. Lê hêzên me yên li eniyê bi cih bûye, bersiva êrişan da û ketina wan têk bir. Niha herêm tê paqijkirin da ku were misogerkirin ku tu endamên terorîst li wir nemane.”


