HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya 6 mehan di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li darxist. Civîn li salona Partiya Yekîtiya Demokratîk ya bajarê Heseke bi amadebûna sed ciwanan pêk hat.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Piştî wê fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sariya Efrîn axivî.
Piştî wê rewşa siyasî û leşkerî hat nirxandin. Piştî wê rewşa rêxistinî ya tevgerê hat guftugo kirin.
Civîn bi xwendina encamnameyekî bi dawî bû.



