QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê herema Cizîrê bi beşdarbûnekî girseyî civîna xwe ya 6 mehan lidarxist. Civîn li salona Parka Azadî ya bajarê Qamişlo pêk hat, bi amadebûna zêdetirî 500 ciwanan.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo derbarê ciwanan hatin xwendin. Piştre sînevîzyonekî li ser xebatê 6 mehan ê Ciwanên Şoreşger ê Cizîrê hat pêşandan.
Di civînê de rewşa siyasî û leşkerî yê herêmê hat nirxandin. Pirsgirêkên kar û xebat û perspektîfên çareserî û pêşketin jî hatin guftugokirin.



