TIL KOÇER – Maça dawî ya turnoveya voleybolê ya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Cizîrê hat lidarxistin. Di maçê de tîma Til Koçer û tîma Siha hatin beramberî hev.
Tîma Til Koçer maç qezenc kir, pîleya yekemîn bi dest xist û şampyonê turnove bû.
Xelat ji aliyê Yekîtiya Werzîşê ve ji tîmên Til Koçer û Siha re hatin dayîn, û xelatên takekesî ji bo lîstîkvanên herî baş hatin belavkirin da ku wan teşwîq û piştgirî bikin.



