REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa civîna xwe ya 6 mehan li dar xist, di bin dirûşmeya: “Bi ciwanan re, em demokrasiyê diafirînin, û bi hevkariyê, em pêşerojê ava dikin”.
Civîn bi deqayekî bêdengiyê ji bo giyana şehîdan dest pê kir. Piştî wê rewşa perspektîfên rewşa siyasî û rola ciwanan hatin xwendin. Her wiha, dîmenekî derbarê xebat û çalakiyên Ciwanên Şoreşger ên Reqa hat temaşe kirin.
Piştî wê kar û xebatê 6 mehan hat nirxandin û rexne û rexnedayîn hatin kirin.
Civîn bi girtina van biriyaran bi dawî bû:
Vekirina qursên zimanê Kurdî;
Gotûbêj bi endamên komunan re û hewldanên ji bo ji nû ve zindîkirina wan;
Avakirina navendeke ji bo derbaskirina bikaranîna madeyên hişbir;
Pêşxistima ciwanan ji bo ku di warê siyasî de rolekî bilîzin;
Avakirina komîteyên futbolê;
Avakirina komîteyên ciwanan ji bo şopandina çalakiyên li dibistan û zanîngehan;
Lidarxistina atolyeyên perwerdeyê ji bo pêşxistina jêhatîyên ciwanan û pêşvebirina nûjeniyê;
Vekirina qursên pîşeyî, rewşenbîrî û hişyarkirinê di nav navendan de;
Hişyariya civakê bilind bikin ji bo vegerandina nirxên exlaqî;
Dersên li ser êrîşêm sîber werin dayîn;
Zêdekirina serdanên malbatê;
Li cihên giştî pêşbirkên komî lidar bixin;
Pêşvebirina çanda welatparêziyê û aîdiyeta bajar û gundan.



