WAN- Çalakiya bîranînê, ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Partiya Dem Wan ve hate lidarxistin de endamên Tevgera Azadiyê Şehîd Çiya Rizgar û Şehîd Berîtan Amed, ku li herêma ku ji bo nexweşiyên xwe dihatin dermankirin, şehîd bûn, hatin bi bîranîn.
Wêneyên Şehîd Berîtan Amed û Çiya Rizgar, her wiha Şehîd Sara Riha û Şehîd Bişeng Brûsk li qada bîraninê hatin daliqandin. Di çalakiyê de vîdyoyek ji bo Çiya Rizgar hate nîşandan.
Her wiha Pankartên bi nivîsa “Ey şehîd, xwîna te erdê namîne” û “Em ê têkoşîna ku wan bilind kiriye bi serfiraziyê tacîdar bikin” li cihê bîranînê hatin daliqandin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên wekî “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.


