TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger Yekîtiya Jinên Ciwan li Hola Şehîdan a Tebqayê merasîmekî bîranînê ji bo Şehîd Çiya Rizgar lidar xistin. Gelek saziyên sivîl û leşkerî û her wiha şêniyên Tebqa, Efrîn û Şehbayê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma bîranînê bi deqeyekî bêdengiyê ji bo rêzgirtina şehîdan dest pê kir. Piştre ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, û her wiha, ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinên xwe de tekez kirin ku ew ê li ser şopa şehîdan bimeşin û têkoşîna wan bidomînin heta ku armancên wan pêk werin.
Di merasîmê de belgefilmekî li ser jiyan û têkoşîna şehîd Çiya hate temaşe kirin û mûm hatin pêxistin.
Bîranîn bi qîrîna dirûşmeyên “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne, ey şehîd” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



