DÊRÎK – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya kantona Cizîrê, “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo xwendin. 40 ciwanan ji hemû bajarên kantonê li Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Dêrîkê beşdarî xwendinê bûn, ku 6 roj domand.
Keleka xwendinê, girîngiya stratejîk a manîfestoyê di vê qonaxa dîrokî de, û her wiha, rola pêşeng a ciwanan di aktîvkirina xebata komînan û xurtkirina rêxistinbûnê di nav civakê de, hate tekez kirin. Her wiha, bi aktîvîteyên cûr bi cûr, jiyana komînal û hevbeş di akademiya xwendinê de hat meşandin.
Ev çalakî beşek ji hewldanên Ciwanên Şoreşger e ji bo çandina ramana azad û demokratîk û zanakirina ciwanan da ku ew bikaribin bibin pêşeng di avakirina pêşerojek azadtir û dadperwertir de.



