MEXMÛR- Nêzîkî 20 ciwan li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji 18’ê Tebaxê ve Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dixwînin.
Ciwan di çarçoveya pêvajoyek perwerdehiyê de beş bi beş manîfestoyê dixwînin û li ser her mijarê nîqaş dikin. Wan diyar kirin ku ew armanc dikin ku di vê pêvajoyê de hem ji hêla îdeolojîk û hem jî ji hêla rêxistinî ve xwe pêş bixin û ew ê di dewra pêş de jî hewldanên xwe yên rêxistinî li ser bingeha manîfestoyê bidomînin.
Dewreya xwendina manifestoyê bi navê Şehîd Berîtan Harûn, ku di sala 2021’an de şehîd bûye, hatiye binavkirin.
Hat ragihandin ku xwendina manîfestoyê li Kampa Mexmûrê dê di dewra pêş de jî berdewam bike.



