Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê beşdarî pêvajoya civaka demokratîk bibin

Koordînasyonan KJK’ê Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Pêngava Civaka Demokratîk a Rêber Apo şensê dawî ye” û bang li her kesî kir ku bi ruhê pêngavê beşdarî pêvajoyê bibin.

Edîtor: Nucan Serdoz
15/08/2025 - 10:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KJK: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê beşdarî pêvajoya civaka demokratîk bibin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê peyamek weşand û ragihand ku pêngav berxwedaneke dîrokî ye ku gelê Kurd ji bin zexta qirkirinê rizgar kiriye û rêya azadiyê vekiriye.

Di peyamê de di şexsê Mahsûm Korkmaz (Egîd), Erdal (Engîn Sîncer), Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bahtiyar Gabar de şehîd hemû hatin bîranîn û silav ji gaziyan re hate şandin. Di peyamê de hate ragihandin ku 15’ê Tebaxê di heman demê de destpêka têkoşîna azadiya jinên Kurd e û şervanên jin ên pêşeng Besê Anûş, Bêrîtan, Zîlan, Delal Amed hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de işaret bi ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ hate kirin û hate destnîşankirin ku pêvajoya çareseriya demokratîk divê li ser bingeha danûstandin û diyalogê bê meşandin. Ji avaniyên siyasî û gelên Tirkiyeyê re hate gotin, “Pêngava civaka demokratîk şensê dawî ye” û bang hate kirin.

Temamiya peyama KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di pêvajoyekê de ku dîrok jinûve tê avakirin û çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirêkên dîrokî ji aliyê Rêber Apo ve têne pêşkêşkirin, em salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Gelê Kurd ku li ser bingeha înkar û asîmîlasyonê dihate qirkirin, navê xwe jî nedihate bilêvkirin û êdî bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû bû, bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya destanî û berxwedana dîrokî re ji tinebûnê rizgar bû, bû xwedî hebûn û azadiya xwe misoger kir.

Beriya her tiştî em nemirê Pêngava 15’ê Tebaxê fermandarê leheng hevrê Egîd û bi deh hezaran şehîdên xwe bi dilsoziyeke bê dawî bi bîr tînin û silavên xwe ji gaziyên xwe re dişînin. Ewladên herî leheng ên gelê Kurd berxwedana bê navber a 41 salan bi ruhê fedaîtiyeke bilind meşandin, her kêliyeke wê veguherandin destaneke lehengiyê. Em Fermandarê Biryargeha Navendî şehîdê 15’ê Tebaxê fermandar hevrê Erdal (Engîn Sîncer) bi vê wesîleyê bi bîr tînin.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ PIRSGIRÊKA AZADIYÊ RAXIST PÊŞ ÇAVAN

Gelê Kurd fedaîtiya herî bilind afirand, nasnameya civakî ji aliyê şehîdan ve hate afirandin û bi lehengiyê jî aqlê hebûnê hate afirandin. Şehîdên mezin ên dawî yên vê dîroka destanî hevalên Nûreddîn Sofî Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar di salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de bi soza pêkanîna xewn û xeyalên wan bi bîr tînin. Bi sedan hevrêyên me yên enternasyonalîst hebûn ku azadiya gelê Kurd kirin wezîfeya bingehîn a sosyalîstbûnê û azadiya civakî jî bi pîvana azadiya gelan ve girêdan û tevlî vê berxwedana serbilind bûn. Em careke din dilsoziya xwe ya mezin bi bîranîna hevrêyên xwe yên enternasyonalîst nîşan didin ku tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn û şehîd bûn.

Gelê me ku bi ked û fedakariyeke mezin tevlî bû, xwedî û afirînerê vê berxwedanê ye. Êşên mezin kişand û kêfxweşiya azadiyê ya mezin bi israr jiya. Li ser vê bingehê em cejna vejînê ya gelê me û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê û dîroka me ya berxwedanê li gel gelê Kurd her wiha pirsgirêka azadiyê ya jinê derxiste holê, kir ku jin bibe xwedî hebûna xwe û pirsgirêka jinê bi xeta çareseriyê ve girê da. Dîroka berxwedana çekdarî ya jinên Kurd ku bi Besê Anûş û Hanim Yaverkaya destpê kir, bi pêşengiya hevalên me fermandar Azîme, Bêrîtan, Zîlan, Delal Amed, Çîçek Kiçî, Leyla Amed, Berwar û Azê Malazgîrt bi artêşbûna jinê dewam kir, bi Asya, Rûken û Sarayan re jî ruhê fedaîtiyê yê herî bilind ê israra li ser azadiyê afirand.

EM BI RUHÊ PÊNGAVÊ TEVLÎ PÊVAJOYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BIBIN

Ne tesadufî ye ku jin a ku mêtingeha herî hevn e di nava rastiya gelê Kurd de ku gelê herî dawî yê mêtingeh e, dîroka xwe ya azadiyê derxistiye holê. Gelê Kurd jî di nava berxwedana azadiya jinê de xwe jinûve afirandiye. Weke ku herdu nasname ji bo azadiyê bi azadiya ya din ve hatine girêdan. Zagros cografya destpêkê ya civakîbûn û gelbûyînê ye; ji ber vê yekê jî li hemberî rastiya mêtingehkirinê dîroka azadiyê ya bi biryar di şexsê jinan û gelan de hate nîşandan. Lewma Berxwedana Vejînê ya 15’ê Tebaxê tê wateya cejna vejînê ya jinê. Vê berxwedanê li Rojhilata Navîn û cîhanê berxwedan û azadiya bi hev re ya gelan û jinan, diyalektîkeke bi vî rengî, aqil û polîtîkayeke bi vî rengî ya gerdûnî derxiste holê.

Rêber Apo, piştî ku pêvajoya bidestxistina hebûnê temam bû, li ser bingeha girêdana hebûnê ya bi statuya azadiyê pêvajoya ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû nasnameyên bindest li ser bingeha azadî, parastin û wekheviyê xwe pênase bikin, çareseriya Komara Demokratîk-Civaka Demokratîk li ser bingeha naskirina hiqûqî, danûstandin û diyalogê pêwîstiyê bi rêbazeke siyaseta demokratîk dibîne. Pêvajoya çareseriya demokratîk serketina keda pîroz a Rêber Apo, şehîdên me û dîroka berxwedana me ya mezin e. Çareseriya demokratîk tê wê wateyê ku temambûna pêvajoya nîşandana pirsgirêkê, afirandina hêza çareseriyê û pêkanîna çareseriyê. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê pêvgava çareseriya demokratîk beşdar bibe û hêza çareseriyê mezin bike.

PÊNGAVA CIVAKA DEMOKRATÎK ŞENSÊ DAWÎ YE

Banga me li gelên Tirkiyeyê, li rêxistinên siyasî û demokratîk e; şerê bê rehm ê ji ber Komara înkar û îmhayê hate meşandin û rastiya berxwedana me ya hebûnê ya li hemberî vî şerî divê bi xurtî bê fêhmkirin. Tepisandina bi zordarî bi xwe re hebûna bi zordarî tîne û ev yek jî êşên giran dide gelan. Pêngava Civaka Demokratîk a ku Rêberê me da destpêkirin, ji bo parçekirina vî şerê li gelan tê ferzkirin bi rêbaza danûstandin û çareseriyê, şensê dawî ye. Divê li ser bingeha çareseriya demokratîk wate ji berxwedana hebûnê ya gelê Kurd re bê dayin. Fêhmkirin û qebûlkirin çareser dike. Di vê çarçoveyê de erk û wezîfeya her kesî ye ku feraseta neteweyî demokratîk bike, feraseta komarê ya yekperest pirrengî bike, hemû nasname bi hev re sîstema demokratîk ava bikin. Dîrokê firsendek pêşkêşî me hemûyan kiriye ku em paşerojeke baş bidin gelên xwe û divê ev firsend hêja bê dîtin.

Li ser vê bingehê em Cejna 15’ê Tebaxê li hevrêyên xwe hemûyan, li gelê Kurd, gelan, jinan, ciwanan, baweriyan, kedkaran pîroz dikin û soz didin ku em ê vê dîroka serbilind a gelê xwe bi serketina çareseriya azadîparêz tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Amedê ‘Meşa Civaka Demokratîk’

Nivîsa Pêş

Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û Rola Ciwanên Kurd di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Mexmûrê, ciwanan ji bo salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê meşek meşaleyî li dar xistin

Ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê û Rola Ciwanên Kurd di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de

Yekîneyên YCWK-ê yên Stenbolê Roja Vejînê ya 15ê Tebaxê Pîroz Kirin

Yekîneyên YCWK-ê yên Stenbolê Roja Vejînê ya 15ê Tebaxê Pîroz Kirin

Manşet

  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.