NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh (12 Kanûn 2025) li gundê Nêrebiyê yê Şehbayê ciwanê bi navê Ehmed Xalid Welo (24) revand.
Rêxistinê diyar kir ku dema Ehmed pirsa aqûbeta bavê xwe Xalid û apê xwe Ziyad Welo yên berê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, dikir, îşkence lê hat kirin û piştre hat revandin.
Rêxistinê destnîşan kir ku heya niha aqûbeta Ehmed nayê zanîn.
Roja Pêncşemê (11 kanûn 2025) bavê Ehmed, Xalid Welo (45) û apê wî Ziyad Welo (39) ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn revandin û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.


