MEXMÛR- Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 3’yemîn Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) bi dirûşma ‘Bi ruhê ciwanên Apoyî em ê banga aştî û civaka demokratîk bi ser bixin’ dest pê kir. Kongreyê li Saziya Ciwanan bi beşdarbûna 200 delegeyan destpê kir. Saziya Ciwanan bi nivîsên ‘Ciwanên ku ber bi azadiyê ve dimeşin rawestandina wan zehmet e’, ‘Jin bi xwe gerdûn e’, ‘Jinên Ciwan li banga Rêber Apo xwedî derdikevin jiyana komunal ava dikin’, ‘Em ê xwe bi rêxistinkirinê bigihîjînin serkeftinê’, wêne û posterên şehîdan hat xemilandin.
Vekirina kongreyê ji aliyê Hevberdevkê Tevgera Ciwanan Sîpan Yaman ve hat kirin.
Sîpan Yaman qala rola ciwanan a di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kir û ev tişt got: “Di pêvajoyeke wisa de lidarxistina kongreya ciwanan xwedî girîngiyek cuda ye. Bi taybetî piştî pêvajoya ku destpê kiriye zêdetir berpirsyariyê dide ser milên ciwanan û Rêbertî diyar kiriye ku ciwan divê li her derê xwe bi rêxistin bikin. Ji bo ku em bibin dengê Rêbertî û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk bi ruhê ciwanên Apoyî bi ser bixin divê weke ciwan em rola xwe bilîzin.”
Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin. Piştre jî peyama Komalên Ciwan hat gohdar kirin û kongre bi xwendina rapora kar û xebatên du salan a Tevgera Ciwanan berdewam dike.
Kongre wê rojek berdewam bike.


