NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK-ê yên Stenbolê Roja Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi vekirina pankartan, pêşandana fîşekên hewayî û meşên li navçeyên Avcılar û Bağcılar pîroz kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, em bang li hemû ciwanên Kurd ên welatparêz dikin ku li dora YCWK-ê xwe birêxistin bikin û erk û berpirsiyariyên serdemê qebûl bikin. Li ser vê bingehê, em soza xwe ya şopandina Fermandar Egîd dubare dikin û Roja Vejînê ya 15’ê Tebaxê ya gelê xwe pîroz dikin.”



