QAMİŞLO – Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo hemleyekê nû ya ekolojîk û li dijî madeyên hişbîr dan destpêkirin.
Ciwanên Qamişlo bi hev re bi şeniyên taxa Hileliyê ya Qamişlo bi daxuyaniyekê hemleya xwe ya nû ji raya giştî re ragihandin. Hemle bi slogana ”Mirovê paqij, Gerdûnê paqij, Pêşerojê paqij!” tê meşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi meşandina semîner, çalakiyên paqijî û rêxistinkirina civakê wê hemle ji bo paqijiya taxan û ji bo avakirina hişmendiyekê li dijî madeyên hişbîr bê avakirin. Mal bi mal, tax bi tax nîqaş bên meşandin. Ciwan dan diyarkirin ku pêwîst e civak bi hev re taxên xwe paqij bike ji ber ku xwêdî taxê em in.
Ciwan bang li tevahî civakê kiriye ku tevlî vê hemleyê bibe û bi hev re mal bi mal, tax bi tax paqij bike.
Di çarçoveya hemleyê de hîn semînerên di komînan de hatin dayîn. Di taxa Hileliyê de jî çalakiyên paqijî hatin meşandin.
Ciwan dan diyarkirin ku çalakiyên di çarçoceya hemleyê de bên xurtkirin.


