HESEKE – Li Hola Serdem a bajarê Heseke bi boneya bi dawîkirina perwerdeya Akademiya Şehîd Bawer Întîqam, şahiyekî hat li darxistin. Bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn.
Endamên perwerde banga ciwanan kirin ku tevlî perwerdeyên fikirê Rêber Apo bibin ji bo xwe naskirin, dijminê xwe naskirin, û jiyanekî azad bijîn.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê, deqayekî rêzgirtin hat rawestandin. Piştî wê, hunermendên weke Şehrîbana Kurdî, Ferhad Merdê stran û helbestên xwe pêşkêşkirin.
Gel bi hildana alên Rêber Apo û berzkirina dirûşmeya girêdana xwe bi tekoşîna azadiyê re da nîşan dan.



