KOLN – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo Meşa Dirêj a azadiya fîzîkî ya Rêber Apo amadekariyan dikin.
Bangên hunermendan ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj berdewam dikin. Komîteya amadekariya Meşa Dirêj banga hunermendê TEV-ÇAND Xelîl Xemgîn di vîdyoyekê de ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal hate weşandin, nîşan da.
Xelîl Xemgîn di banga xwe de got, “Di 9’ê Îlonê de, meşa ciwanan, meşa dirêj, ji Kolnê heta Dortmundê, dest pê dike. Ez strana Çerxa Şoreşê ji we re diyarî dikim. Ez dizanim ku hûnê di meşa xwe de bi berdewamî bibêjîn. Ez hêvî dikim ku hemû ciwan werin. Em ê werin ji sedî sed piştgiriyê bidin we û li cihê meşê serdana we bikin. Serkeftin a me ye.”
Meşvanên azadiyê dê di 9’ê Îlonê de li Koln, Almanya, bicivin. Ew ê di 10’ê Îlonê de li Kolnê, di 11’ê Îlonê de li Dusseldorfê û di 12’ê Îlonê de li Dortmundê gavên ber bi azadiyê ve bavêjin. Piştî xwepêşandanên Meşa Dirêj, ciwan dê di 13’ê Îlonê de li Dortmundê beşdarî Festîvala Çanda Kurdistanê bibin.



