QAMÎŞLO – Li Qamîşloyê ji bo ciwan, malbat û zarokên biçûk hewzek nû ya avjeniyê vebû da ku fêrî avjeniyê bibin. Hewz ji saet 6:00 sibehê heta 8:00 sibehê bi abonetiyê, ji saet 8:00 sibehê heta 10:00 sibehê ji bo perwerdehiya zarokan û ji saet 10:00 sibehê heta 10:00 êvarê ji bo karanîna ciwanan vekirî ye. Her wiha demjimêrên taybetî ji bo jinan roja Çarşemê û malbatan roja Şemiyê hatine destnîşankirin.
Li kêleka hewzê parkek nû ji bo ciwanan jî hatiye çêkirin. Rêvebirê parkê Elî Qamîşlo rave kir ku park bi taybetî ji bo zarokan hatiye çêkirin û got, “Park salek e vekirî ye û ji saet 6:00 êvarê heta 10:00 êvarê dixebite. Em piştgiriyê didin malbatên ku zarokên xwe tînin parkê. Armanca me ew e ku hemî zarok werin, bilîzin û li vir kêf bikin.”
Elî Qamislo tekez kir ku park û hewz li ser bingeha xebata kooparatif a li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatine çêkirin û armanca wan ew e ku beşdarî jiyana civakî ya ciwan û zarokan bibin.


