HESEKÊ – Li Navenda Çand û Hûner a Xabûr ya bajarê Hesekê ji bo zindî kirina çand û hunera kurdî di nifşên nû de perwerdeyan ji ciwan û zarokan re tên dayîn.
Hefteyekî 2 rojan perwerdeyên sitran û muzîk ji nêzî 30 ciwan û zarokan re tên dayîn. Komê wan bi navê Koma Şehîd Serhed sitranên xwe pêşkêş dike û di nav xwe de li gorî temenan tê dabeşkirin. Vê komê gelek caran jî beşdarî şahiyan li bajarê Hesekê dibin. Her wiha, di rojên din ên hefteyÊ komên şnao û govendê jî perwerrdeyê xwe dibînin.



