HESEKE – Meclîsa Efrîniyan a bajarê Heseke dest bi hemleyekî şahiyan ji bo gelê Efrînê ku koçberî Heseke bûn. Wê 15 roj her roj li cihekî din şahiyekî were lidarxistin.
Îro şahî li Dibistana Seyf El Dewle ya ku koçberên Efrînê tê de dimînin, hat lidarxistin. Bi dehan kesan tevlî şahiyê bûn.



