NAVENDA NUÇEYAN- Malpera ocalanvigil.net web ku di çarçoveya pêngava ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de hate avakirin û bi Îngilîzî û Fransî weşanê dike, nû bû.
Edîtorên malperê di daxuyaniya xwe de cih da berteka xurt û erênî ya ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di asta navneteweyî de.
Edîtoran li ser nûbûna malperê wiha got, “Wekî bersivdana banga Abdullah Ocalan û pêla piştevaniya navneteweyî, ji bo ku em bikaribin çavkanî û agahiyên kampanyaya xwe û hemû xebatên li seranserê cîhanê hatine kirin baştir parve bikin, malpera xwe ya webê nû dikin. Di malpera me ya nû ya webê de nûbûn, broşûr, dîmen, nameyên Nobelê, agahiyên derbarê geşedanên wekî “Rojên Pirtûkên Abdullah Ocalan”, parêzvaniya hiqûqî, meteryalên konferansên navneteweyî û agahiyên zêdetir cih bigirin.
Di malpera nû ya ocalanvigil.net web de di bin sernavê Kampanyaya Navneteweyî (International Campaign) de bangên piştevaniyê yên xwediyên Xelata Nobelê bi Rêber Apo re û agahiyên derbarê “Fîlm: Navê min Abdullah Ocalan e”, “Konferansa Navneteweyî: Roma 2025”, Kampanyaya Sendikaya Keyaniya Yekbûyî”, Çand û Huner, Serlêdana bi hezaran parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re”, “Hemwelatîbûnên Rûmetî”, “Rojên Pirtûkê ya Ocalan”, “Însîyatîfa Abdullah Ocalan a Navneteweyî”, “Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim” de cih digirin.
Malpera webê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bi sernavê “call for Peace and Democratic Society” wekî heyî parve dike.
Di bin sernavê Vigil for Ocalan de jî “Çima ji bo Abdullah Ocalan nobet tê girtin”, “Strasbourg û Mafên Mirovan”, “Biryarên DMME’ê yên derbarê Abdullah Ocalan de”, kampanyayên li ser Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û agahiyên pergala hiqûqa cezayê ya li Tirkiyeyê cih digirin.
Di heman demê de di beşa çavkanî (Resources) de jî makale, broşur, dîmen û wêneyên derbarê kampanyayê de, pirtûkên Rêber Apo û nivîsên ku felsefeya wî vedibêje cih digirin.
Edîtorên malperê di banga bi wesîleya nûkirina malperê kirin de wiha gotin, “Banga me ji bo dostên me yên ku metnên têkildarî kampanyayê wedigerînin, meteryalên xwe amade dikin, pêşkêşî û çalakiyên xwe tomar dikin, ew e ku van ji me bişînin da ku em di malpera xwe de biweşînin. Malpera me niha bi Fransî û Îngîlîzî jî be, em plan dikin ku di demekî nêz de Îspanyolî û zimanên din li ser zêde bikin.”
Têkilî: [email protected]



