KOLN/MÜLHEIM – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo Meşa Dirêj a azadiya fîzîkî ya Rêber Apo amadekariyan dikin.
Bangên ji hunermendan ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj berdewam dikin. Komîteya amadekariya Meşa Dirêj banga hunermendê TEV-ÇAND Bermal Çem di vîdyoyekê de ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal hatiye weşandin, cih girt.
Di banga xwe de, Bermal Çem got, “Di navbera 9 û 13’ê Îlonê de, ji Kolnê heta Dortmundê meşek dê were lidarxistin, bi pêşengiya tevgera me ya ciwanan. Ev meş dê li ser banga Aştî û Demokrasiyê be, bi slogana ‘Israrkirina li ser Mirovahiyê, Israrkirina li ser Sosyalîzmê ye. Wê rojê, werin em destê Rêberê xwe bi sloganên xwe yên azadiyê xurt bikin.”
Meşvanên azadiyê dê di 9’ê Îlonê de li Kolnê, Almanya, bicivin. Ew ê di 10’ê Îlonê de li Kolnê, di 11’ê Îlonê de li Düsseldorfê û di 12’ê Îlonê de li Dortmundê gavên xwe yên ber bi azadiyê ve bavêjin. Piştî Meşa Dirêj, ciwan dê di 13’ê Îlonê de li Dortmundê beşdarî Festîvala Çanda Kurdistanê bibin.
Hûrguliyên meşê wiha ne:
9’ê Îlonê, 2025 – Koln (Civîn)
10’ê Îlonê, 2025 – Koln (Roja 1)
11’ê Îlonê, 2025 – Düsseldorf (Roja 2)
12’ê Îlonê, 2025 – Dortmund (Roja 3)
13’ê Îlonê, 2025 – Dortmund (Festîvala Çanda Kurdistanê)
Têkilî:
Mail: [email protected]
WhatsApp: +33647925314
Telegram: @mesadirej2025
CÎGER GOYÎ // NC



