HESEKÊ – Bêrîvan Hesekê (Jiyan Halîl Meyiş) li ber mala xwe li taxa Miftî ya bajarê Hesekê hat bîranîn. Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel îro ragihand ku Bêrîvan Hesekê di 29’ê Nîsana 2019 de li Garê di êrîşekî dewleta Tirk de tev pênc hevalên xwe şehîd bû.
Bi sedan kes tevlî merasîma ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat li darxistin bûn. Di serî de deqeyekî bêdengî ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd, ji Rêber Apo re û ji hemû gelê welatparêz re xwest.
Piştre xwişka şehîd Bêrîvan axîvî û qala kesayeta welatparêz û şoreşger a şehîd Bêrîvan kir û da diyar kirin ku bi şehadeta wê serbilind e.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Her wiha, silogana “Şehîd namirin” bi dengekî bilind hat berz kirin.



