DIRBÊSIYÊ – Yekîtîya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîden Pêşeng Ş.Sara, Ş.Bîşeng Ş.Weid û Ş.Vejîn bi beşdarbûna jinên ji komînan, Kongra Star û Jinên Ciwan bîranîn li dar xist.
Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan hate destpêkirin. Piştre endamek ser navê Yekîtîya Jinên Ciwan di destpêka axaftina xwe de spasiya beşdaran kir û wiha got: ‘“Berxwedaniya ku şehîdên me ji bo welatê xwe kirin, ne hindik e û pêwîste em jî li gor vê berxwedaniyê bin û xwedî li keda şehîdên xwe derkevin.”
Di dawiyê de jî sînevîzyonên li ser jiyan û têkoşîna s erher jinên şoreşger hatin nîşandan.


