REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqayê Şehîd Vejîn, Şehîd Bîşeng, Şehîd Sara bi bîr anîn.
Bi dehan endamên ciwanan û sivîl û şeniyan kom bûn û Şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan bi bîr anîn
Di serî de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Buşra El-Ehmedrola axivî û got: ” Ser şopa Şehîdan me em ê destketiyên gelek mezin bi dest bixin, sekna wê her tim rêya me ronî bike.”
Buşra di dawiyê de wiha got: “Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û berxwedanê nû dikin.”
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hat pêşandan. Bîranîn bi performansa Koma Zêrîn bi dawî bû.


