QAMIŞLO – Lîstokê dawî ya Lîga Fûtbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê li ser asta Kantona Cizîrê, li Qamişlo hate li darxistin, di navbera Koma Ciwanên Til Koçer û Koma Ciwanên Dêrikê. Lîstok bi serkeftina 6-2 ya Koma Til Koçer bi dawî bû. Di turnoveyê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatiyê li darxistin de, gelek lîstok di navbera komên ciwanan a bajar û bajarokên Cizîrê hatin lîstin.
Koma Ciwanên Hesekê koma herî baş a lîga bû. Lîstikvanê herî baş ê turnuvayê jî Mesûd Ubeyd bû, ji Koma Zap. Golparêzê herî baş Îbrahîm Henîş ji tîma Til Koçer bû. Golkarê herî baş ê lîgê Hamad Şield ji Koma Til Koçer bû.



