NAVENDA NÛÇEYAN-Hate ragihandin ku balafirek bê mirov li sînorê Pênciwên motorsiklêtekê bombebaran kir. Gorî agahiyên destpêkê encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, beriya demek kurt li gundê Şîweguwêzan a li sînorê navçeya Germik a ser bi bajarokê Pênciwên ya parêzgeha Silêmaniyê, balafirek bê mirov motorsîklêtekê bombebaran kir.
Gorî agahiyên destpêkê, di encama bombebaranê de kesek jiyana xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bûye.
Heta niha nayê zanîn êriş ji aliyê kîjan aliyan ve hatiye pêkanîn û ti aliyekê berpirsyartiya bombebaranê negirtiye ser xwe.
Ji bo piştrastkirina agahiyên derbarê bombebaranê de, ajansa me Rojnews li gel qeymeqamê bajarokê Pênciwên peywendî danî, lê bersiv nehate wergirtin.
Çavkanî: Rojnews



