NAVENDA NUÇEYAN- Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TV de banga bi dîmen a Rêber Apo ya 19’ê Hezîranê, bandora merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk; komîsyona ku tê payin li Meclîsa Tirk bê avakirin, siyaseta rojane, Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava ya ku dikeve sala 13’an nirxand.
Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
“Pêşî ez bi rêzdarî Rêber Apo silav dikim. 9’ê Tîrmehê bi rastî jî rojeke dîrokî bû. 26 sal û 10 roj şûnde careke din bihîstina dengê Rêber Apo û bi kamerayê be jî dîtina Rêber Apo bi kelecanî bû. Ev yek me hemûyan bi kelecanî kir. Em jî bi kelecanî bûn. Ev yek bi coş û girîng bû. Ev yek encama têkoşîna 26-27 salan e. Encamên wê yên cûrbecûr çêbûn. Ev yek di aliyê rojevî de lûtkeyê îfade dike.
Bêguman, hîn rêyek dirêj li pêşiya me heye. Divê têkoşîn raneweste. Divê bidome. Lê encamek girîng bi dest xistiye. Ev encama pêngava têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Hem asta pêngavê hem jî têkoşîna ku 27 sal in li dijî komploya navneteweyî tê meşandin careke din piştrast bû. Piştrast bû ku vala neçûye. Divê her kes ji vê yekê kêfxweş bibe. Keda wan vala neçû. Hewldanên wan vala neçûn. Encam digire. Ev yek bi eşkereyî derket holê.
Ez dikarim vê bibêjim: Em wekî tevger, wekî gel, ez û hemû hevrêyê min jin û mêr her tim baweriya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Me ti carî bi hişkayî û domdarî li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê nenêrî û bi nêrîna pirolekirî ya hin kesan nexapiyan. Bêguman ev yek bandorker bû, lê qet bê hêvîbûn û bê ewlebûn bi me re çênekir. Di vê mijarê de herî zêde şehîdên me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bawer dikirin. Me timî jidil bi vê yekê bawer kir. Ger ev ne wisa bûya, di van şert û mercan de têkoşînek wisa ne pêkan bû. Ne Rêber Apo dikarîbû berxwedanek wisa bimeşîne, ne yên li derve, ne em û ne gerîla nikarîbûn bimeşînin. Ger ev ne wisa bûya, ewqas ciwanan dev ji her tiştî bernedidan, dernediketin çiyayan û tevlî gerîla nedibûn. Ger baweriyek wisa nebûya, têkoşîn li ser xeta şehadetê nedihate meşandin. Wê wêrekî û fedakariyeke wisa tinebûya.
Bi vê boneyê dixwazim vê yekê bînim ziman. Baweriya me vala neçûye. Hêvî û baweriya me ku em ê bi têkoşînê bi ser bikevin û têkoşîna Rêber Apo wê bi ser bikeve, vala neçûye. Berxwedêrên zindanê ev yek fêrî me kirin. Ji Hakkiyan dest pê kir û şehîdên me ev yek fêrî me kirin. Ez dikarim bêjim ku wê ji niha û pê ve serketinên mezin derdikevin holê. Yanî yên ku heta niha hene, em bibêjin ev pêşketinên destpêkê ne. Pêşketinên esasî yên mezin wê ji niha û pê ve werin.
Bi vê boneyê ez vê yekê bibêjim: Rêber Apo gotibû ku dikarin 2’yê Tebaxê wekî Cejna Gulê pîroz bikin. Divê 9’ê Tîrmehê jî bi vî rengî were famkirin. Gelê me bi hêstirên kêfxweşiyê berteka xwe nîşan da û bandora wê heta roja îro jî didome. Her kes bi dehan, bi sedan caran temaşe dike. Ya balkêş ev e: Min jî gelek caran temaşe kiriye. Her ku mirov ji nû ve temaşe dike, mîna ku cara yekem temaşe dike bi kelecanî dibe. Çavdêriyeke wisa diafirîne. Ji hêla naverokê ve, domdariya banga Daxuyaniya 27’ê Sibatê û daxuyaniyên piştî wê ne. Divê ji hêla naverokê ve jî were nirxandin. Têr û tijî ye. Me çi kiriye, çima kiriye û divê em çi bikin bi awayekî cewherî û famkirî datîne holê.
Ev hêza Tevgera Apoyî nîşan dide. Rêber Apo jê re dibêje Tevgera Hevrêtiya Komunalîst. Jixwe bandor li her kesî kiriye û komunalîzm jî wê pêş bikeve. Ev yek bi berfirehî tê famkirin.
Ya din, bi vê boneyê divê ez vê bibêjim: Belê, ev tişt li Îmraliyê qewimîn û divê em wan biçûk nebînin. Bi rastî jî kelecaniyek afirandiye. Ev pêşketin û gavên girîng ên dîrokî ne. Divê her kes li xwe mikur bên: 27 sal berê, 26 sal berê, di 29’ê Hezîrana 1999’an de dema ku Dadgeha Îmraliyê cezayê birî çi difikirîn? Em niha li ku ne? Hêvî û bendewariya ti kesî tinebû.
Heta ez sala 99’an qet ji bîr nakim. Bi taybetî piştî ku dadgehê ceza da, hin kes hebûn ku ji ber li dora berxwedana Îmraliyê ketin nava pêvajoyeke nû, me bi dînîtî tawanbar û sûcdar dikirin. Hin ji wan poşman bûn. Bi rastî jî niyeta wan pir baş bû. Digotin, “Hûn ê her tiştî winda bikin.” Lê çi bûye sedema windahî û destketiyan, kê winda kiriye û kê qezenc kiriye, niha baş tê ditîn û berhemên wê derdikevin holê. Pir bi eşkereyî tê dîtin. Di vî alî de pir pir girîng e. Lê ev jî rastiyeke: Ewqas pêşketin çêbûn û Rêber Apo pêvajoyê bimrê ve dibe. Raman û îradeya Rêber Apo wê bi rê ve dibe. Ger pêvajo pêş bikeve û bigihîje encamê wê teqez bi Rêber Apo re pêk bê. Tenê Rêber Apo dikare wê bigihîne encamê. Ev pêvajoyeke 8-9 mehan e û careke din piştrast bûye.
Lê gava ku li şert û mercên Îmraliyê dinêrin, mirov vê yekê nabînin. Rêber Apo pêvajoyek ewqas girîng derxist holê. Bi her kesî re hêvî û kelecanek çêkir. Lê nêzîkatî û helwesta dewletê ya li hember kesê ku ev yek derxistiye holê bi rastî jî nayê famkirin. Guhertinek cîdî çênebûye. Sîstem, sîstema Îmraliyê didome. Rewşa rehînegirtinê hîn jî didome.
Belê, niha dîmenek derket. Lê hîn jî misogeriyeke wê ya qanûnî tineye, domdariya wê tineye û têrê nakê. Yanî Rêber Apo nikare bixebite. Lê ger hinek derfet û fersend hebûya, dikarîbû sed caran bêhtir lê zêde bikira. Lê her tim astengiyan derdixin. Wezîrê Dadê, belê wê sibe dîsa bi Şandeya Îmraliyê re bicive. Ma divê em bi hêvî bibin? Lê çend roj berê daxuyanî da û got, “Mafê hêviyê di rojeva me de tineye, em tiştekî wisa nafikirin”. Raporek pêşkêşî Konseya Ewropayê kirine. Jixwe di mewzûata Tirkiyeyê de tineye. Hinekî şerm e ku mirov vê yekê bibêje. Ne ti tiştek e û jixwe tineye. Lê ev tişt diguherin. Em di pêvajoyek nû de ne, jê re pêvajoya guhertinê tê gotin. Yanî herî zêde wê ev mewzûat bê guhertin. Yanî, gelo wê mewzûat biguhere an na? Li şûna ku li ser vê bifikirin, dibêjin, “Ev tişt di mewzûatê de tineye”. Wisa dimîne.
Di vî alî de, yanî şert û mercên Rêber Apo didome û mîna berê di cewhera wê de ti guhertinek girîng çênebûye. Ev rewşek e ku divê neyê qebûlkirin. Ev mijar yanî ev ne hedê min e, lê dîsa dixwazim bibêjim. Divê em tenê bi wê dîmenê nebêjin her tişt çareser bûye. Bi taybetî gelê me yê welatparêz, jin, ciwan û dostên me wisa nefikirin, lê dîsa jî ez vê yekê bibêjim. Divê em têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo deynin pêşiya hemû têkoşînên xwe, bikin bingeh û bi rê û rêbazên dewlemendtir bifomînin. Ji ber ku têkoşîn tenê wê bi vî awayî bi ser bikeve. Bala xwe bidinê, em ê serketina dawî ji bi têkoşînê misoger bikin.
Rêber Apo di dîmenê dawî de azadiya takekesî û azadiya civakê di nava hev de digire dest. Em tevlî vê fikrê dibin. Ev nêrînek felsefî ye. Rêber Apo her tim bi vî rengî nêzîk bûye. Lê niha, di van şert û mercan de em dixwazin ku beşa yekem a wê formulasyonê têkeve meriyetê. Ger beşa yekem têkeve meriyetê wê rêya duyemîn jî vebe. Yanî, ger kes azad bibe, civak jî azad dibe. Divê rêya azadiya fîzîkî ya takekesî were vekirin û gavan bavêjin ku azadiya civakî pêş bikeve. Tenê bi vî rengî dibe. Jixwe ew kî ye eşkere ye, ma ne wisa ye? Ne hewce ye ku bê gotin, ew azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îfade dike.
Ji ber vê rewşê, her kes her cûre daxwazan dike. Pêvajoyek tepeserkirî heye. Em jê re bibêjin pêvajoyek dehsalan, heta sedsalan heye û ji bo Kurdan sedsaleke bi êş bû. Sedsala herî dijwar bû. Yanî, sedsalek wisa di dîroka Kurdan de qet nehatiye dîtin. Di encamê de vê dewletê ev yek bi civaka Kurd da jiyîn. Lê civaka Tirkiyeyê tiştekî ji vê cudatir nejiyaye. Gotin ku em ê vê yekê bi Kurdan bidin jiyîn. Bandorek mîna vê li ser Tirkiyeyê jî çêbû. Civaka Tirkiyeyê her tim zilm û zordarî dîtiye. Bandora îstîxbarata leşkerî û polîsan a giran dîtiye. Yanî, di bin zilm û zordariya giran de bû. Aliyên faşîst her tim di rêveberiya Tirkiyeyê de serdest bûne. Yanî, pêwîst e ev civak azad bibe. Ji bo vê yekê gelek daxwaz û xwestek hene. Lê xalek girîng heye ku dê rê li ber hemê çareseriyan veke û pêkanîna wan misoger bike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Hin dibêjin, “Ma wisa dibe? Bi azadiya kesekî ve sînokirî dihêlin.” Lê carinan, kesek civakekê temsîl dike. Civakek dikare di hiş û dilê mirovekî de xwe bîne zimaç. Rastiya Rêber Apo ji destpêkê ve wiha bû.
Niha azadiya fizîkî ya Rêber Apo xala sereke ya hemû azadiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Hemû daxwazên din wê li ser bingeha wê werin bicihanîn. Ji ber vê yekê, divê her kes çareseriyê bi zelalî bibîne. Bila her kes daxwazên xwe bîne ziman û divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo wekî armanca sereke ya daxwazên xwe bibîne.
DERBARÊ MERASÎMÊ DE
9’ê Tîrmehê wek xaleke mîladî bû; ji bo me dîrokeke girîng e. Piştre 11’ê Tîrmehê ew temam kir. Ya duyemîn, ez dixwazim ewilî vê bibêjim; ez hemû hevrêyên jin û mêr ên ku banga Rêber Apo bi serketî bi cih anîn pîroz dikim. Yanî wan helwest, tevger û xebateke pir serketî û dîsîplîn nîşan dan ku bi tevahî li gorî milîtanê fedaiyên Apoyî bû.
Ya duyemîn, ez dixwazim spasiya hemû kesên ku keda wan di vê xebatê de çêbûne bikim. Bi rastî jî karekî zehmet bû. Her kesî teqdîr dike. Li deverên din jî diqewimî. Hîn ti misogeriya qanûnî tineye. Her kes di her cûre tiştan de beşdar dibe. Gelek tiştên tirsnak hebûn. Tevî van hemûyan, hewldanek dîsîplînkirî, rêxistinkirî û girîng hat meşandin. Her kesên ku ked dan, roleke hêja lîstin û tevkarî kirin.
PDK, rêveberî û karmendên wê malovanî û tevkarî kirin. Ez spasiya wan jî dikim. Ez dixwazim vê jî bibêjim: yanî bi taybetî ji çapemeniyê tevgera re. Tevgera me daxuyanî da, ji ber sedemên ku ji ji me qewimîn, bi qasî dihat nehat ragihandin. Me nekarîn beşdaran bi tevahî ragihînin; ew hatin û beşdar bûn. Hin ji wan kesên ku me wan vexwendin, beşdar nebûn, bi taybetî endamên çapemeniyê.
Wê ne wisa bûya. Bangewazî piranî ji aliyê me ve hat kirin. Li ser bangewaziya me ne bi dehan, bi sedan kes, endamên çapemeniyê û siyasetmedar ji derve û hundirê welêt hatin. Lê bi qasî dihat xwestin beşdar nebûn, me ev yek pêk neanî. Ez careke din li ser navê tevgera xwe ji wan lêborînê dixwazim. Ji me ne qewimî. Divê ew me bibaxşînin, me dixwest ku ew beşdar bibin, lê eşkere ye ku şert û merc rê nedan. Rewşa heyî hîn ne di wê astê de ye, em wisa bibêjin. Yanî astengî hatin derxistin, lê me karî di vê astê de bikin. Ji ber ku ew yekalî nebû. Bi rastî, ew tişteke wisa bû ku wê hêz bida hemû beşdaran. Dema ku ev di destpêkê de hate pêşniyarkirin, me bawer kir. Me got ku her kesên ku beşdar bûn, tevkarî kirin û ked dan wê bi ser bikevin. Ji ber ku ew karek bi xêrê bû, kareke erênî, kareke pozîtîf bû. Kes wê ji vê zirarê nebîne. Lê tevî vê yekê, gelek fikar, dudilî û fikar hebûn. Bi taybet ji aliiyê dijberên me ve hebûn. Wan ev helwest nîşan dan û pir bi baldarî nêzîk bûn.
Ma em bêjin ku gelo wan girîngî û bandora wê ya erênî bi tevahî nedîtin? An jî divê em bêjin ku ew hîn jî ji bo wê bandora erênî, hem ji hêla têgihîştinê ve û hem jî ji hêla siyasetê ve ne amade ne? Lê me nekarî têrker bikin. Divê her kes vê yekê zanibin û bi hişmendiyê pêşwazî bikin.
Gerîlayan çi nîşan dan? Her kes dinirxîne, eşkere ye. Tu zordarî û bandorkirim tinebû. Her kes bi însiyatîfa xwe beşdar bû. Rêxistinî, dîsîplîn, helwest û şêwe li holê ye. Tekane tişta ku wan xiste nava liv û tevgerê banga Rêber Apo bû. Û hişmendiya ku Rêber Apo li ser bingeha azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di dilê wan de çandiye. Wan kesan ji ber bawerî û girêdana xwe ya bi azadiya Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê re wiha tevgeriyan. Fedakariyên mezin kirin. Fedakarî kirin. Yanî, divê her kes vê yekê teqdîr bikin.
Hin derdor wê dinirxînin û heqê wê didinê. Lê ev têrê nake. Bi rastî, divê tam were dayin. Ev pir girîng bû. Rojek dîrokî bû; derbasî dîrokê bû. Helwest, karakter û rastiya gerîlayên Apoyî yên Kurd nîşan da.
Ew rêxistinkirî ne. Ew hişmendiya rêxistinî ji hişmendiya wan tê. Ne mîna ku hin kes dibêjin, nehatine xapandin an jî bi zorê nebirine wir. Bi hişmendî û baweriyeke temam tevgeriyane. Hevalên ku wê beşdarî merasîmê bibin nehatine hilbijartin. Hin ji wan di asta yekîneyê de ne. Rêveberî û hin heval hatin zêdekirin. Bi taybetî nehatine hilbijartin. Her hêzeke gerîla ku diçe wir, her hêzek li çiyayan, dikare heman helwestê nîşan bide. Ew dikarin di heman awayî tevbigerin. Hevalên me li wir tenê xwe temsîl nekirin. Wê yekîneyê xwe temsîl nekir. Wan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê temsîl kirin. Wan gerîlayên PKK’ê, gerîlayên Apoyî temsîl kirin. Bi rastî, ew wekî temsîlkarên wê derketin holê.
Ev yek hate dîtin ku hişmendî û baweriyek heye. Û di asta herî bilind de ye. Ji aliyekî din ve, ne mîna ku hin kes helw didin nîşan bidin, wan çavgirtî çek hilnegirtine. Ew ne hezkiriyên çekan in jî. Ji ber ku heskiriy xwe bi çekan pêçane û li gorî dilê xwe derketine çiyayan… Yanî ne wisa ye. Berevajî vê, wan ji bo armancek mezintir herdu tişt kirine. Rêber Apo got, “Eger ne ji bo armancek mezintir bûya, rijandina dilopek xwînê ji bo me cînayet e.” Ew vê felsefeyê dipejirînin. Tevahiya zîhniyeta wan bi vê têgihîştinê teşe girtiye. Divê ev were fam kirin.
Wan vê yekê nîşanî her kesî dan. Yanî, dema ku PKK û ciwan, keç û kurên Kurd derketin çiya û çek hilgirtin, ne ji bo dijminatiyeke çavgirtî bikin, ne ji bo rijandina xwînê, an ji ber bêzariyê bû. Wan ev yek ji bo armancek mezin û hêja pêwîst dît û wan wisa kir, her gav xwe feda kirin. Pêwîste vê armancê fam bikin. Ez dixwazim vê yekê vebêjim.
Çi bû sedem ku ev mirov 47 salan çekan hilgirin, derketin çiyayan, di şert û mercên herî dijwar de têkoşîna herî wêrek û fedakar meşandin? Ger ev bi xwe çêbibe, an jî ji bo tiştên hêsan çêbibe, keremkin bila yên din biceribînin û bibînin. Ev tine ne, kes nikare vê yekê bike. Ji ber vê yekê, divê em armanca hêja ya ku derketiye holê bibînin. Divê em heqê vî gerîlayî bidin.
Ji aliyê dîrokî ve, divê em heqê şerê 41 salan a gerîlayan a bê navber û berxwedana PKK’ê ya 47 salan bidin. Ev azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Dixwazin dîsa vê yekê li vir bînin ziman:
Dema Dadgeha Îmraliyê ragihand, “Ez cezayê darvekirinê didim”, Rêber Apo çi got? Got, “Ez ji cezayê re tiştekî nabêjim”, “lê ez xiyaneta welat red dikim. Me têkoşîna demokrasiyê meşand.” Wiha got û ji salona dadgehê derket. Bi rastî, Rêber Apo û PKK têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê dimeşînin. Divê her kes vê yekê bizanibe. Got, “Ger gel bi dengdanê biryarê bide, ger Kurd dewletek cuda ava bikin, ez ê alîgirê wê bim.” Lê dewletek cuda nedît. Tu carî dijminatiya Tirkiye û civaka Tirkiyeyê nekir. Berevajî vê, Rêber Apo ew kes bû ku rastiya Tirkiyeyê, rastiya Tirkmenan bi tevahî lêkolîn kir, derxist holê û hewl da ku wê di hişçendiya Tirkiyeyê de bi cih bike. Pêwîste ev rastî were dîtin. Ev gerîla berhema vê hişmendî û têkoşînê ye. Famkirina vê yekê girîng e.
Encam: Em dikarin vê bibêjin. Dê pirs bê kirin ka bi vê yekê çi qewimî. Gerîla rastiyek îspat kir. Her kes digot, “Rêber Apo bê bandor e nikare tiştekî bike.” Hate dîtin; bê bandor e an bi bandor e? Çi bû? Yanî ji Cotmeha par ve pêşketin hene. Yanî ji 27’ê Sibatê ve hene. Hat gotin, “PKK guh nade Rêber Apo.” Ev tişt hatin gotin. Yanî, derket holê ku ne wisa ye. Hin kesan digotin, “Gerîla çekan danayne.” Hinan digotin, “Ew taktîk dikin.” “Ger dîsa derfet bibînin, ew ê vegerin.” Lê vê yekê nîşan da ku ew ne alîgirên têkoşîna çekdarî bûn, ew ne hezkiriyê çekan e, wan ji neçariyê serî li wê dane. Ger pêşiya wan vekirîbe, derfet çêbibe ev gerîla dikare têkoşîna siyasî ya demokratîk bi awayê herî bibandor bimeşîne. Ew ji bo vê yekê amade ne. Wan têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye. Bi rastî, wan çekên xwe danîne.
Yanî, merasîma 11’ê Tîrmehê çekdanîna gerîlayan zelal kir. Êdî hemû gumanên bi vî rengî ji holê hatin rakirin. Tenê tiştê ku dimîne ev e ku divê tedbîrên pêwîst werin girtin. Yanî, navnîşana wê bê kî ye diyar e. Hin kes dibêjin, “Êdî dora dewletê ye.”
Li SER ŞEWITANDINA ÇEKAN
Di merasîmê de çavê sêyemîn, yanî çavdêr hebûn. Nûnerên siyasî jî hebûn. Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn. Ji Iraqê, ji Başûrê Kurdistanê hatibûn. Heta yên ku ji derveyî welat jî hatin hebûn. Me xwest zêdetir saziyên mafên mirovan li wê derê hebin. Ango komîsyonek heba beralî kiriba. Rêber Apo ji destpêkê ve israr kir. Çi kêm e li holê ye. Ango rêveberiya dewletê ya heyî û desthilatdariya AKP’ê ye ku vê yekê nekir.
Pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya PKK’ê û Rêber Apo ya ji bo vê ne nêzîkatiya parvekirina desthilatê, parvekirina derfetan e. Eger tîştek wiha hebûya, wê bazarê kiriba. Wê bazirganiya bide û bistîne kiriba. Ji ber vê yekê pêwîstî bi navbeynkarekî sêyemîn hebûya. Ne wiha ye. Pirsgirêka hebûn, azadî û jiyanî ya gelekî ye. Ango hemû cîhan bûne yek û dibêjin “Kurd nînin.” Dixwazin tine bikin. Kurd jî bi gotina “Em hene” bi sed sal in li ber xwe dan. 50 sal in jî PKK’ê ji bo windanebûna vê hebûnê têkoşiyan. Bi dayîna ew qas şehîdan şer kir.
Ez dixwazim bibêjim ku têkoşîneke wiha jiyanî heye. Yê ku li pêşiya vê asteng e, eger rastiyê bibîne û heqîqet û edaletê hinek bixe dewrê, wê pirsgirêk ji holê rabe, çareser bibe. Ji ber vê yekê eger guherîna zîhniyet û siyasetê nebe, pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî giran e û wê qet neyê çareserkirn. Ez dikarim vê bi zelalî bibêjim.
Bi bazarên wiha re, bi tiştên li cihên cuda ên cîhanê tên kirin re pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Jixwe her kes diceribîne. Ne em, ji xeynî me jî gelek kes ceribandin. Kes çareseriyê nedît. Lê eger guherîna zîhniyet û siyasetê çêbibe, ango hebûna gelekî, gelan… Ha Serokkomar Tayyîp Erdogan got, “Dîrok nîşan da ku dema Tirk, Kurd û Ereb bûn yek çi qas tişt kirin. Wê di pêşerojê de jî were dîtin.” Pir baş e. Li ser serê me li ser çavê me. Lê bi sedan sal in navê Kurdan jî li Tirkiyeyê nîne.
Dema ku Ereb û Tirk tifaqê kirin, xwişk-biratî kirin tu çawa nêzî Kurdan bûy ku rê li ber ev qas pêşketinan vekirin? Rewşa Kurdan çawa ye? Em vê jî deynin holê. Ev zîhniyet û siyaseta înkar û îmhayê pir xeter bû. Gelek tişt li Tirkiyeyê da windakirin.
Di aliyê madî de hesab dikin dibêjin “trîlyonên me çûn.” Na, bi exlaqî ve da windakirin. Di ruhî de da windakirin. Di demokrasiyê de da windakirin. Bila van bibînin. Ev windahiyên girîngtir in. Yên ku Tirkiyeyê hez dikin divê vê bibînin. Niha di vî aliyê de em dixwazin ku, yanî bi rastî jî çareseriyê dibînin. Tenê naxwazin. Bila ev têgihiştin û siyaset biguhere. Eger ev çêbibin wê tavile çareser bibe.
Di eniya Tirkiyeyê de jî daxwazek wiha hat. Tam ne îknaker e. Divê ew civakan îkna bikin. Bi rastî jî guhertineke zîhnî û siyasî dikin? Yan jî tîştek cuda heye? Ew karê wan e. Her kes dinirxîne. Lê ev çêbû, ez ê wê bibêjim; Dema ku ji wan jî tiştekî wiha hate me pir israr nekir. Em wê hêja dibînin. Bi guhertina têgihiştinê re alî dikarin çareser bikin. Yên ku şer dikin dikarin li hev bên. Hem jî dikarin aştiya herî xurt biafirînin. Eger bi rastî jî şer kiribin. Eger bi îradeya xwe şer kiribin. Em wekî tevger ji dil bawerî bi vê yekê tînin. Rêber Apo jî vê helwestê bi zelalî raber kir. Em dixwazin ku hêza li hemberî me jî wiha bibe.
Heta îro ji ber çekê her curê heqeret û neheqî li PKK’ê û Rêber Apo hat kirin. Ez li Elmanyayê 6 salan li girtîgehê mam. Min li wê derê pir bi zelalî dît. Tu eleqeya çekê bi sûcdarkirina PKK’ê re tine ye. Me gelek hewl da ku bikin rave bikin ku çekên me nînin û filan. Me dît ku ji ber çekê ji me re dibêjin terorîst. Ji hizrên me re dibêjin terorîst. Gotina “Kurd hene” wekî terorê dibînin. Yanî ti eleqeya vî bi çekê re nîne. Gelek neheqî li PKK’ê hat kirin.
Yek, bila her kes bibîne ku PKK ne evîndarê çekan e, bi mecbûrî ev yek kiriye. Û çima em çekan bidin yekî din? Ew dikarin wan bigirin û li cihên din bi kar bînin. Me ev jî hesab kir. Çima em binax bikin? Ger dîsa ew bên bikaranîn… Yanî di destê me de wekî terorîzmê were bikaranîn û di destê kesek din de wekî demokrasiyê were bikaranîn? Ya rast ew bû. Li gorî mitolojiya Kurd bû.
Ya din jî li gorî cîhana îro û Rojhilata Navîn bû. Em çi bibêjin? Bibêjim ku me bersiva NATO’yê da. Di civîna li Hollandayê de razandina berhema navxweyî ya nesafî û budçeyê ya ji bo çekan derxistin sedî pêncê. Yanî ev qas e, militarisbûneke zêde heye. Qaşo ewlehî wiha pêk were. Serokê Fransayê duh êvarê digot, “Ewropa di bin xeteriyeke mezin a ewlehiyê de ye. Ji ber wê divê ew qas lêçûnê bikin, ji bo çekê birazînin.” Ez dixwazim vê bersivê bidim: Deh qet jî zêde bike nikare bi çekê ewlehiya Fransayê pêk bîne. Rêveberên Fransayê ewlehiya Fransayê bi azadî, demokrasî, aqil, zîhniyeta rast û siyasetê dikarin pêk bînin. Hemû cîhan wiha ye. Lê wê biryarê girtin. NATO’yê me terorîst îlan kiribû.
Bixwe ev qas bi çek dibin. Rojhilata Navîn veguherandin gola ji xwînê. Kurdistanê veguherandin gola ji xwînê. Em dixwazin ku ev xwîn bi temamî ji holê rabe. Ev rewşa pevçûnê bi temamî ji holê rabe. Ev yek hemû ji ber berjewendiyên desthilatdar û pergalên dewletê dibin. Berhemê wan e. Me vê jî nîşan da. Helbet ji bo kesên fêm dikin e.
ENTEGRASYON
Niha ev entegrasyon wekî peyv tê gotin. Yanî em dibihîsin, têgihekî ye yanî em jî fêr bûn. Lê herî zêde bala min beriya 5- 6 salan di dema axaftina Tayyîp Erdogan a der barê civaka Tirk a li Elmanyayê de kişand. Ev têgeh bi dewleta Elmanyayê re têdikoşiya. Di wateya parastina gelên Tirkiye yên çûne Elmanyayê de vê bikardianî wê demê. Ji wê derê ma di bîra min de. Digot “Entegrasyon” û wiha digot: “Em li dijî asîmîlasyonan e, em entegrasyonê dixwazin.” Hişyarî dida dewleta Elmanyayê. Tirkên li Ewropayê jî bang li Tirkên li Elmanyayê dikirin: “Li dijî asîmîlasyonê derkevin, lê bibin alîgirê entegrasyonê. Divê entegrasyon were naskirin.” Ji bo dewleta Elmanyayê digot. Heman Tayyîp Erdogan entegrasyona ku ji bo Tirkên li Elmanyayê dixwaze, wê ji bo Kurdên li Tirkiyeyê nas bike yan ne? Em dixwazin ku nas bike. Em dixwazin ku were bîra wî. Ma mafê Tirkan heye ku wisa bibe, li dijî asîmîlasyonê derkeve, entegrasyonê bixwaze, lê ya Kurdan nîne? Divê ya Kurdan jî hebe. Lê niha Kurd jî wekî ku Tayyîp Erdogan ji Elmanyayê xwest, ew jî entegrasyonê dixwazin.
Rêber Apo got, “Entegrasyona demokratîk.” Entegrasyonê pir curbecur bikartînin. Dibêjin entegrasyona aborî, entegrasyona civakî tarzê têkilîdanînê ya yekeyên hevkar e. Yanî pirsgirêkên di navbera du yekeyên cuda de çareser bike û hevkariyê bikin. Wê çawa hevkariyê bikin diyarkirina wê ye. Ji bo vê yekê helbet hevdu naskirina yekeyan heye, divê qebûl bikin.
Li aliyê din jî ahengî… Yanî têgehek erênî ye. Di entegrasyonê de ev nînîn; Redkirina hevdu nîne, li ser hev serweriyê kirin nîne, asîmîlasyon nîne. Hinek gelek bi asîmîlasyonê re tevlîhev dikin. Asîmîlasyon tiştekî cuda ye. Entegrasyon li ser bingeha parastina hebûna xwe lihevkirin, hevkarîkirina bi yekeyê din re ye. Rêber Apo berê vê di parastinên xwe de anî ser ziman got, têkiliyên dewletê û civakê, têkiliyên dewlet û civaka demokratîk e. Wekî dewlet + civaka demokratîk binav kir. Mijarên wekî ew bi hev re di nava diyalektika têkilî û têkoşînê de çawa bijîn, girt dest.
Niha helbet divê ev tarzê têkiliyê bi hiqûq û rêgezan re girêdayî be. A rast eger civakî be qanûn û destûra bingehîn hewce dike. Mînak, eger Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê demokratîk be, divê di esasê de van bihewîne. Wiha tijî kirine ku gelek xal in, mijarên ku qet bi destûra bingehîn re ne eleqeder in… Ne wiha ye. Mijarên bingehîn ev in. Divê van bihewîne. Yanî me entegrasyonê wiha fêm kir û nîqaş kir.
Niha pêkhatina vê… Helbet min got ya divê tarzê têkiliyê girêdayî rêgezên qanûnî be. Di asta qanûnî de divê rêgez zelal bibin. Divê ji bo vê yekê qanûn werin derxistin. Rêber Apo vê yekê bi zelalî raber kir; Qanûnên entegrasyona demokratîk. Helbet her wiha qanûnên azadiyê jî. Çawa? Misogerkirina azadiya gelan, îfadeya azad û misogerkirina hemû azadiyên din. Qanûnên azadiyê girîng e. A rast azadiya îfadeyê û rêxistinbûnê azadiya herî bingehîn a demokratîk e. Bingeha demokratîkbûnê ye. Qedexekirina azadiya rêxistinbûnê, ji holê rakirina wê… eger rewşeke wiha Rêber Apo dibêje; “Jixwe wê serhildan be” Ji ber ku wê demokrasî nebe hingî. Pîvan û rêgezên esas ên demokrasiyê jî ev e. Nexwe qanûnên entegrasyona demokratîk, qanûnên bingehîn ên demokratîkbûna Tirkiyeyê ne. Qanûnên ku wê têkiliyên Tirk-Kurd li ser bingeha xwişk-biratî diyar bike ye. Yanî verastkirinên hiqûqî û qanûnî yên ku heq û hiqûqa wan misoger bike. Divê ev yek bibin. Ji xwe em bibêjin ev destpêkek bû. Ji ber vê yekê hin derdoran gotin: ‘Divê em bibînin, em bawer nakin. Bila bawerî hebe.” Rêber Apo ya ku diviyabû bikira, kir. Gerîla jî vaye çek danî. Çekê datîne. Êdî ev gav dimînin. Divê qanûnên azadiyê û entegrasyonê bêne derxistin. Bêguman ev yek wê gav bi gav ber bi destûreke bingehîn ve biçe. Yanî destûreke bingehîn a nû tê nirxandin. Di nava destûra bingehîn de wê rewşa xwe ya dawî diyar bibe. Bêguman destûreke bingehîn a bi vî rengî bi carekê ava nabe. Gelekî zehmet e, li cihekî weke Tirkiyeyê. Her ku qanûnên di heman çarçoveyê de bêne derxistin wê ev yek ber bi destûreke bingehîn a demokratîk ve biçe.
DIVÊ MIROV JI ROJEVA ESIL NE TIRS E
Paketên darazê yên berê bi ser neketin, nabin. Ji ber ku ew sererastkirin tiştên hêsan bûn; ji çareserkirina pirsgirêkên esas dûr bûn. Çima? Ji ber ku niha ne rojeva Tirkiyeyê ne. Qanûnên hatin anîn jî li gorî vê bûn. Pirsgirêkên esas ên bên çareserkirin jî, tam nekir rojev. Tenê maddeyên mîna wê, hatin danîn. Nêzîkatiyên hêsan ên mîna ‘Bila yek alî nebe, pir alî be. Bila aliyek sûd jê bigire, yên din jî sûd jê bigirin’, hebûn. Lê ev feydeyekî çawa ye? Rojeva esas a Tirkiyeyê çiye, pirsgirêkên wê yên esas çi ne? Girêdana van pirsgirêkan yekser bi hiqûqê re heye.
Pirsgirêkên hiqûqî, pirsgirêkên esas in. Lewma Rêber Apo di vê demê de dibêje, ‘Tarzê têkoşîna me ya esas, dê hiqûq be’. Yanî rêbaz, tarz û taktîka herî girîng a guhertin û jinûve avakirinê, têkoşîna hiqûqê ye.
Ji ber ku hiqûqek parçe parçe, di destê me de ye. Çêkereke hiqûqî ya ji pîvanên demokratîk pir dûr, heye. Divê mirov ji rojeva esil ne tirs e. Divê her kes hişyar be. Her kes dikare heqê xwe bixwaze. Lê divê bizane ew heq bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e û li gorî wê bixwaze. Çapemenî jî divê timî vê di rojevê de bihêle, divê propagandaya wê bike.
Heman tişt ji bo komîsyonê jî derbasdar e. Lewma min xwest îfade bikim. Ne bi armanca rexneyê. Avakirina komîsyonê baş e, gavekî girîng e. Lê belê di berê de sala 2013’an hewldanek wiha çêbû, lê bi kêr nehat. Komîsyonên di wê demê de hatine avakirin, ji bo karên cuda hatibûn plankirin û nîqaş di wî alî de bûn. Niha jî komîsyonek tê avakirin, lê eger ew jî bi kêr neyê xeteriyên berê wê xwe dubare bikin.
Ji ber ku ew komîsyon bi heq û hiqûqê nehatin avakirin. Em hêvî dikin ku komisyona vê carê, ji tecrubeya 2013-2014’an ders derxîne. Yan her tişt wê dubare be. Rojeva esas jî dê dubare be.
PKK dibêje: “Her tişt dubare bû, wê demê divê em xwe dubare nekin.” Eger em tişta beriya 10 salan dubare bikin, ev nîşan dide ku me ji dîrokê ders negirtiye û em ber bi pêş neçûne.
Wê demê divê komîsyon çi bike, rojeva wê çi be? Em naxwazin aqil bidin. Lê Rêber Apo ev komîsyon xwest, ev pêdiviyeke xwezayî ya vê pêvajoyê ye.
Em jî wê li ser esasê xebatên vê komîsyonê, weke Tevgera PKK me gavên ku berê ti kesê xeyal nedikir bavêje avêt. Carna ez jî difikirîm: Gelo eger PKK were fesixkirin, wê rewşa dinyayê çi be?
Her kesê ji cihekê ve, dixwest ji vê yekê sûd bigire. Rewşek wisa çêbûbû ku, sankî bi PKK’ê qezenc bi dest dixistin. Dihat fikirîn ku eger PKK ji vê çêkerê vekişe, wê qiyamet rabe.
Bi rastî jî dema Rêber Apo vekişiya, got, “Hemû hevsengî xira bûn.” Ev xwezayî ye. Ji ber ku ev hevsengî tenê xwe naspêre PKK’ê. Li ser înkar û îmhaya Kurd hatiye avakirin, hevsengiyeke cîhanê ya sedsalî heye.
Sîstema kûreyî ya sîstema modernîteya kapîtalîst, wiha hate avakirin. Di 50 salên dawî de, ev şer û nakokî li ser aliyê Kurd ê ji aliyê PKK’ê ve tê temsîlkirin, şêwe girt. Lewma ev hevsengî xwe dispart PKK’ê. Dema PKK xwe vedikişîne, hemû hevsengî xirab dibin.
Hinek dihesibînin ku, em ê vî karî wisa bidomînin, PKK dê vekişe, em ê feyde bikin. PKK’ê derfetê vê yekê neda.
DIVÊ KOMÎSYON XWEDÎ LI WEZÎFE Û BERPIRSYARIYÊN XWE YÊN DÎROKÎ DERKEVE
Niha mijara ku ez dixwazim bêjin ev e: Yanî rol û karê vê komîsyonê dê çibe? Wê komîsyonek ne ji rêzê be, divê nebe jî. Divê neşibihe ya sala 2013’yan. Divê xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkeve.
Du qonaxa vê heye:
Ya yekemîn, wê li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd be. Wê rastiya Kurdan qebûl bikin. Bi kurtasî wê pirsgirêka Kurd fêm bikin û li ser çareseriya wê bixebitin.
Ya duyemîn jî wê li ser demokratîkbûyîna Tirkiyeyê be. Bi rastî jî mirov dibêjin ‘ev şerm e’. Carnan endamên AKP’ê jî vê îfade dikin. Başe, Rojbaş! Ev 23 sal in hûn hewl didin vî welatî bi destûra bingehîn a Kenan Evren bi rê ve bibin. Piştî wê hûn behsa demokrasî û vê û wê dikin. Dibêjin, “Li Tirkiyeyê demokrasî heye. Çima PKK’ê li dijî vê derdikeve? Çima gerîla li çiyê ne?” PKK’ê piştî destûra bingehîn a Kenan Evren berê xwe da çiyê. Baş tê bîra min, dema dengdana destûra bingehîn hat kirin, di 7’ê Mijdara 1982’yan de di manşeta nirxandina destûra bingehîn a rojnameya me Serxwebûn de ev hebû, ‘Ne Destûra Bingehîn, şoreş’. Bi wê prensîbê em ketin rê.
DIVÊ BI RASTIYAN RE RÛBIRÛBÛN ÇÊBE
Ji ber ku wê destûra bingehîn, gerîla derxist holê, PKK’ê kir gerîla. Hûn hê jî bi wê destûra bingehîn birêve dibin. Çi eleqeya vê bi demokrasiyê re heye? Ji ber vê yekê divê bi rastî jî nêzîkatiyeke rûbirû ya li hemberî rabirdûyê hebe. Divê bi rabirdûya 100 sal, 30 sal, 50 salî re rûbirûbûn çêbe.
Recep Tayyîp Erdogan jî weke Serokkomar bal kişand ser hin mijaran. Di axaftinên xwe yên 13’yê Tîrmehê de behsa, “Torosên Spî…” û “Zindana Amedê kirin..” Çû ber deriyê zindana Amedê û got, “Li vir berxwedaneke mezin hat kirin” û heta rondik barandin. Niha em di meha Tîrmehê de ne; Me berxwedana 14’ê Tîrmehê pîroz kir û me şehîdên wê bi bîr anî. Divê em bi van rastiyan re rûbirû bibin, divê em wan eşkere bikin.
Ez nabêjim kesî înfaz bikin an jî bidarve bikin. Lê maf çibû, hiqûq çi bû? Çi rast bû, çi şaş bû, çi sûc bû? Divê ev bên diyarkirin. Kemal Kiliçdaroglu jî bi berdewamî digot, ‘divê lihevkirinek çêbibe’, lê wî dev ji siyasetê berda. Ez dibêjim ‘lihevkirin dibe’; dikare bibe. Lê belê min li medya AKP’ê temaşe kir, axaftinên wiha yên Tayyîp Erdogan nedan pêş, kesî nekir manşet, di televîzyonê de jî nebû mijara nîqaşê.
Medya hê jî – ne hemû, hinek ji wan- nêzîkatiyeke nijadperest, şovenîst nîşan didin. Di şexsê gerîla, Rêber Apo û PKK’ê de heqaretê li Kurdan dikin, biçûk dixin û jehrî dikin. Ev helwest ne demokratîk e. Li şûna ku rê li ber siyasetê veke, digirin. Me berê ji wan re digot neteweperest, lê Devlet Bahçelî dibêje, ‘neteweperestî bi vî rengî nabe’. Wê demê bila rasttir pênase bikin. Em sererast bikin; Ev nêzîkatiyeke nîjadperest û şoven e. Divê bi vî rengî nebe.
Di vê wateyê de:
Ya yekemîn, ew rabirdû wê bê eşkerekirin.
Ya duyemîn jî, rewşa heyî wê rast bê destgirtin.
Rêber Apo îradeya PKK’ê û gerîlayan derxistiye holê. Rêber Apo ji her kesî re îspat kiriye ku ew hêza çareseriyê ye. PKK’ê xwe ji qada siyasî ya dîrokê vekişand û bû parçeyek ji dîrokê. Berê digotin, ‘PKK asteng e’; ew astengî hatiye rakirin. Digotin, ‘astengiya gerîla û çek’; gerîla jî çekên xwe şewitandine. Îspat kirin ku ew ji bo siyaseta demokratîk û têkoşîna siyasî demokratîk a li ser bingeha qanûnên azadî û yekparebûna demokratîk, vekirî û amade ne. Jixwe bangên vekirî hatin kirin. Heval dîsa ji bo cihên xwe hatin şandin. Ev ne biryara me bû; Tirkiye ji vê re ne amade bû.
PKK Û KURD LI TIRKIYEKE EWÇEND TENG HILNATÊN
PKK’ê dibêje divê wisa be û wisa be, lê gelo Tirkiye amadeye ku PKK’ê jî bigire nava xwe. Na, bi vê rewşa xwe, nikare bigire. Li Tirkiyeyek ewçend teng PKK’ê nikare cih bigire û hilnate jî. Kurd tê de hilnatên. Divê vê rastiyê fêm bikin. Ji xwe nikarin bigirin jî.
Carnan Bulent Arinç tiştên xweş dibêje. Ez vê yekê ne ji bo rexnekirinê dibêjim, tenê dixwazim bibîr bînim: Demek hebû her tim digot, “Bila biçin dawiya dojehê.” Şerme yanî. Em ê li ser van xakan û ji vî welatî neçin. Em nikarin biçin dawiya dojehê jî. Mafê me hemûyan mîna ya Bulent Arinç di van axan û welatî de heye. Em jî zarokên wê derê ne. Heke milkê bavê wî be, milkê me ye jî. Wekî din, em bi mal û milkê bavê xwe tevnagerin. Ji ber vê yekê divê kes wisa nêzî kesek din nebe û nebêje jî.
Divê her kes karibe ji bo azadî û demokratîkbûna hevpar, ji bo yekîtiya demokratîk û entegrasyona demokratîk fedekariyên dikarin bên kirin nîşan bide. Ev pîvana rast a demokratîkbûn, egîdbûn, wêrekbûnê ye. Divê karibin vê yekê nîşan bidin. Divê komîsyon rê li ber vê yekê veke û van daxwazan bîne ziman.
Divê komîsyon bi mijarên ji rêzê ra, eleqedar nebe. Bêguman bi tena serê xwe nikare her tiştî bike, lê belê divê meclîsê bixe nava tevgerê. Divê meclîs qanûn, rêgezên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rûbirûbûna bi rabirdûyê re eşkere bike û gavên pratîk pêş bixe. Em vê yekê ji komîsyonê hêvî dikin. Eger rewş bi vî rengî be, komîsyon wê rast be, watedar be û encamê bi xwe re bîne. Heke wisa be, em dê ji her cure hevkariya bi wê komîsyonê re vekirî bin.
HEKE KOMÎSYON GAVÊ BIAVÊJE EM Ê PIŞTGIRÎ BIDIN
Heke komîsyoneke bi vî rengî çêbe; Weke Serokkomar Tayyîp Erdogan jî gotî, ”Em ê li beramberî kesê ku gavek diavêje, bi du gavan pêşde herin.” Bi rastî jî aliyê Kurd û Rêber Apo çend gav avêtine? Îcar em bersivên wan ên li hember van gavan bibînin.
Ya ku me heta niha kiriye, îsbata wê yekê ye ku em ê sozên xwe bi cih bînin. Lê divê komîsyon bi rastî jî cidî be, pirsgirêkên bingehîn çareser bike û nîqaş bike û çareseriyê peyda bike. Divê qanûnên lihevkirinê yên der barê rûbirûbûna bi rabirdûyê re, demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de eşkere bike. Zagonên azadî û entegrasyona demokratîk…
Bi taybetî li Tirkiyeyê, ji bo ji holê rakirina hesta dijberî Kurdan a bi nêzîkatiyên nîjadperestî û şovenîst hatiye afirandin, divê têkoşîneke bi bandor were meşandin. Mirov tên lînçkirin. Ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî, çawa jinek û pitika wê tên mexdûrkirin, ev nayê qebûlkirin; divê dewlet li dijî vê derkeve. Ne mimkûn e ku mirov vê rewşê bi Kurdbûnê re girê bide; bi temamî meseleyeke çandî ye.
Şovenîzm û dijminatiyeke ewçend mezin a li hemberî mirovan çawa hat afirandin? Hevsera Hrant Dînk ev yek gelekî rast got: “Ji zarokek kujer çawa tê afirandin?” Divê bersiva vê pirsê bê dîtin û çareserkirin. Gelek mirov hene ku li Tirkiyeyê bi vî rengî li ser esasê dijmintiyê hatiye mezin kirin. Li dijî wan divê têkoşîneke berfireh were pêş xistin. Divê ev hemû di nava xalên rojevê yên herî girîng ên vê komîsyonê de bin.
NABE KU YEKÎTÎ LI DIJÎ GELÊN DIN BE
Ji aliyê me ve Tevgera Azadiya Kurd û siyaseta Kurd, ku evane hemû rasterast bi PKK’ê re yan jî nerasterast pê re têkildar in, teqez divê nekevin vê kêmasiyê: Divê yekîtiya Kurdan weke dijberê gelên din neyê fêmkirin. Mesele em ji gotina Tayyîp Erdogan a “Yekîtiya Tirkan, Kurdan û Ereban” re dibêjin erê, lê ev yekîtî nabe ku li dijî gelên din be. Divê Ermenî, Suryanî, Yahudiyên demokratîk, Fars û hemû gelên Rojhilata Navîn di nava vê yekîtiyê de cih bigirin. Ev pîvaneke demokrasiyê ya esas e.
Ya duyemîn, di têkiliyên me yên bi rêxistinan re de; weke PKK me li dijî ti rêxistinê bi hinekên din re tifaq çênekir. Li ser esasê xebata hevpar, me tifaq çêkirin lê ne ji bo yekê li dijî ya din paşde bixînin. Mesele têkiliya ku me bi PDK’ê re çêkirî ji bo xebata hevpar e, ne li dijî YNK’ê ye. Ji çepa Tirkiyeyê, me bi gelek rêxistinan re eniyên hevpar çêkirin, lê evane ne li ser esasê dijberiyê bûn, bi armanca yekîtiyê pêk hatin. Ev feraset û xet, li ser bingehê siyaseta Rêber Apo ye.
Di daxuyaniyên Serokkomar Tayyîp Erdogan de jî, qala vê xetê hatiye kirin. Her çendî ku hin derdor cuda nerazîbûn nîşanî vê rewşê bidin jî, ya girîng ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêkanîna guhertina feraset û siyasetê ye. Ev mesele ne tenê Kurdan, hemû civaka Tirkiyeyê eleqeder dike, di heman demê de pirsgirêkek pir girîng a ku yekser bi pêvajoya demokratîbûnê ya Tirkiyeyê re girêdayî ye.
NÊZIKATIYÊN NE YEKGIRTÎ, ÇARESERIYÊ ÇÊNAKE
Ev ne kareke ku hin kes bi tena serê xwe pêk bînin. Eger demokrasî nebe, pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, her kes ne xwedî heman zihniyetê be, wê zext û şer çêbibe, divê ev pêvajo her kesê bigire nava xwe, yekgirtî be. Nêzikatiyên ne yekgirtî, çareseriyê çênake; berevajî, kesên ku li pey berjewendiyên teng ên partiyî û rêxistinî dikevin dibe weke demkurt bi serketî bixuyên, lê weke demdirêj wê têk biçin.
Teqez divê mirov vê bêje: Fikirîna weke “AKP sererast dike” ne rast e. Eger AKP wiha nêz bibe, ne DEM Partî ne jî hêzeke din vê yekê qebûl nake. Eger AKP wiha nêz bibe, ew ê bi bin bikeve. Muxalefet – bi taybetî CHP – divê hîn xurttir, bi biryar û piralî be. Desthilatdarî yan jî muxalefet, ferq nake, divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Siyaseta li Tirkiyeyê pir qirêj bûye, ne tenê partiyek, qirêjiyeke ku gelek aktor di nav de heye. Divê were paqijkirin; lê ne tenê paqijkirina aliyekê, divê hemû sîstemê li ser bingehê edalet jinûve were avakirin.
Ez bi taybetî bang li muxalefetê dikim: Erê, bêmafî hene, şaştî hene. Lê ya girîng, gotina “pirsgirêka Kurd heye” û çareserî bi îradeya wan be. Bingehê tevgera me ev e û em vê weke nirxek mezin didin vê yekê.
Lê mixabin di hin derdorên CHP’ê de hîna sûcdarkirinên nerast û neheq ên mîna “PKK ji bo berjewendiyên xwe tevdigere, dixwaze muxalefetê lewaz bike”, tên kirin. Ev ne li gorî aqil, mantiq û rastiyê ye. Ev qas bêheqî û bêhiqûqî, berhemê rejîma nedemokrat e; ev rejîm jî xwe dispêre înkar û imhaya hebûn û mafên Kurdan.
Wê demê gelo azadiya Kurd wê rê li ber vê zilmê veke? Teqez na. Her gava ku li ser rêya azadiya Kurd were avêtin, wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê tevkarî bike. Eger li Kurdistanê azadî û demokrasi bilind bibe, wê li Tirkiyeyê jî demokrasî pêş bikeve.
Yên ku vê yekê berevajî dikin, hiş tarî dikin hem zirarek mezin didin Kurdan hem jî didin Tirkiyeyê. Eger muxalefet ji vê rewşê nerehet be, wê demê divê hîn zêdetir xwedî lê derkeve, hîn aktiftir bibe, ji bo Tirkiyeya hevpar têkoşîna demokrasi û aştiyê mezin bike. Kesên li pey hesabên teng ên desthilatdariyê dikevin jî wê winda bikin, ev xeteriyeke mezin e.
DI HIN GENERALAN DE KOMPLEKSA TÊKÇÛNÊ HENE
Mixabin li hemberî qadên gerîla êrîş hene û daxuyaniyên HPG’ê rast in. Me nedixwest bi vî rengî be. Piştî ewqas gav hatin avêtin, hêviya me ew bû ku ev êrîş rawest in. Me di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir û di 7’ê Gulanê de dawî li têkoşîna çekdarî anî. Gerîla çeka xwe danî. Lê êrîş li hember hêzek bi vî rengî heye. Rewşeke balkêş e. Belê, em li ser vê fikirîn. Em bêjin kompleksa têkçûnê ye; di nava hin generalan de ev yek heye.
Hevalan weke ‘rantxwer’ pênase kirin. Her wiha weke kesên ku hewl didin pêvajoyê provoke bikin pênasekirin. Bê guman, ev pêvajoyê provoke dike. Bi rastî jî xizmeta rantxweran dike. Ev hemû rast e. Lê gelo bi rastî hemû wisa ne? Çima hin derdor ewqas israr dikin li ser vê yekê? Ev kompleksek têkçûnê ye. Bi mezinbûna xwe, xwe qanih kirine, bi taybetî li beramberî gel… Yên din perçiqandine, dibêje ew dikare Kurdan jî perçiqîne… Ew nekariye bi encam bike û pêk neaniye. Niha, bi vê yekê re, ew dibêje, “Min vê yekê bi ser xist, divê her kes wê qebûl bike.” Ew dixwaze ku civak, siyaset, tiştê ku ew nekariye bike, wekî tiştek kiriye qebûl bike. Ev kompleksek bi vî rengî ye. Ew çekên kîmyewî bikar tînin. Ew cebilxaneyên taktîkî, teqemeniyan bikar tînin. Banga teslîmbûnê dikin. Bi gotineke din, her tişt dikin.
Gerîla ji xwe çek danî. Dibêjin bila hemû danin. Bangan dikin, qaşo wê wisa PKK’ê têk bibin. Bi rev, teslîmbûnê dixwazin serketinek wiha erzan bi dest bixin. Ev komplekseke ku xwe biçûk dixîne ye. Divê mirov wisa bêje.
HÎNA TESLÎMGIRTINÊ XEYAL DIKIN
Dema leşkeran cenazeyên xwe şewitandin, hevalên jin gotibûn, “Bê çand in”. Çêkereke bêçand heye, yanî kompleksa nemerd heye. Ez dixwazim vê ji van derdoran re bêjim: Bendewariya bi van rêbazan wê rêxistin belav bibe, gerîla tasfiye bibe, bendewariyek vala ye. Bi mehane ji bo vê yekê her cure hewldanê dikin. 40 sal in êrîş dikin, nekarîn. Li zindanê ewqas êrîş kirin; ma karî rawestîne? Ma karî teslîm bigire? Bila bînin bîra xwe.
Sankî kesên wiha, mîna bermahiyên Esat Oktay in. Em dîsa di meha Tîrmehê de ne. Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî çi pêş ket? Kesekî bi navê Esat Oktay hebû. Ew jî leşker bû. Leşkerekî çawabû? Me rewşa li zindana Amedê dît. Niha sankî şopdarên wî hene. Qaşo dê wiha bitirsînin, teslîm bigirin û belav bikin. Vê yekê hêvî dikin. Hîna xeyal dikin. Bi rastî jî hewldanek vala ye, xeyalek vala ye… Nêzîkatiyeke ji dîrokê ders dernaxîne, taybetmendiyên PKK’ê, gerîla û têkoşîna çand-azadiyê fêm nekiriye, nêzikatiyeke wisa xwe pir mezin dike, mezin dibîne, nîjadperest û şoven. Ev pir zelal e. Yê li pêşberî xwe biçûk dibîne. Wê tenê ji xwe re “teslîm bibin” dibîne. Bi cureyeke din di aqlê wan re derbas nabe. Yanî wisa nabe. Bi vê yekê re bi ser nakevin.
Û me heya niha ev nekir mesele. Lê di çapemeniyê de tê dîtin, her kes dibîhîze. Di raya giştî, gelê Kurd û jinan de fikarên mezin hene. Her kes jî dibêje: “Eger evane êrîş dikin, PKK, gerîla çawa çek berda? Wê çi bibe ev rewş?” Pir mafdar in yanî. Ev fikar hemû di cih de ne. Ez tiştekê ji wan re nabêjim. Fikarên wan rast in.
DIVÊ EM LI DIJÎ HÊZÊN JI DERVEY NORMAN, TÊBIKOŞIN
Lê tenê bi fikarbûnê, em ji nav dernakevin. Mesele li vir e. Yanî em ê bi wê re têr nebin. Em ê bi têkoşînê van pirsgirêkan ji holê rakin. Hevrêyên li Zindana Amedê çi kirin? Dîrok çawa hat nivîsandin? Destkeftî bi çi çêbû? Bi berxwedana rojiya mirinê… Bi berxwedanê çêbû yanî. Bi têkoşînê serketin hate bidestxistin. Em ê têbikoşin.
Tişteke amade nîne. Nêzikatiya din sankî mîna sekinîna amade ye. Yek rantger e, yek nizanim çiye… Provokatorek e. Ne diyare ka xizmetê ji kê re dikin. Bi rastî jî hêzên wiha hene. Diyare ku nehatiye paqijkirin. Hêzên ji dervey norman hene. Divê em têbikoşin.
Gerîla jî bi vê rewşê têdikoşe. Bi zimanê ku fêm dike, wê bersiv bide. Wê têkoşîna xwe jî bidomîne. Biryardarî heye. Divê hemû civak jî têbikoşe. Em dikarin van hemûyan bi têkoşînê tune bikin. Lewma divê em tenê bi fikarê têr nebin. Divê em têbikoşin.
Ez dixwazim vê ji wan leşkerên Tirk re bêjim: Hinek dibêjin, “PKK çawa çek berdide?” Çi ji vî şerî hat? Yanî me di 93’yan de agirbest îlan kir. Di Tebaxa 98’an de Rêber Apo ev nirxandin kir: “Ev şer pata ye.” Yanî aliyê serketî û aliyê binketî jî nîne. Em jî nikarin planên xwe bibin serketinê, dewlet jî nikare. Divê em guhertinê çêbikin. Yanî agirbesta 1’ê Îlonê, derketina Ewropa li ser vê nirxandinê bû. Komploya navneteweyî li ser vê ferz kir, hêzên dijber ên ku çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin…
PKK’ê ev yek qebûl kir. Em di vê rewşê de ne. Heya cihekê pêşketin çêbun. Niha hin general serhişk in. Digotin ya, “NATO mermer, NATO serî…” Yanî wisa ev kirin malê NATO’yê, lê divê hin siyasetmedar vê seriyê leşkeran kontrol bikin. Bi rastî di sala 2008’an de, me dît ka çawa êrîşî Zapê kirin.
Ez dikarim vê bêjim herî dawî: Tiştên wiha qet bandorê nakin, lê li ser pêvajoyê bi xeter e. Yanî li ser her tiştê xeteriyê çêdike. Derdorên siyasî divê xwedî li vê derkevin.
Çawa ku nêzikatî, ziman û naveroka nîjadperest û şoven a hin çapemeniyan civaka Tirkiyeyê jehrî dike, pêşî li van hewldanên aştîxwaz digire, ev jî heman tiştê dike.
Heya niha li ber xwe da. Li xeta Zapê diqewime. Berxwedana wan hîna heye. Me şehîdên mezin dan. Gerîla jî berxwedana lehengane meşand û heya îro em anîn. Yanî mîrateyeke mezin derxist holê.
Niha di siyasetê de hin kes – duh rêveberên mafên mirovan dinirxandin – digotin, “Wan gerîlayan dema çek şewitandin, têkoşîna aştî û demokrasiyê jî dewrî me kirin. Me wisa fêm kir.” Rast fêm kirine. Civak hemû divê wisa fêm bike. Gerîla kar anî vê rewşê.
EGER ŞOREŞA ROJAVA NEBÛYA, DIBE KU SIBEROJA ROJHILATA NAVÎN HÎN TARÎTIR BIBA
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an, bi rastî jî şoreş û pêngavek mezin bû. Encameke berxwedana me ya gerîla jî bû. Têkoşînek bû ku li her çar parçeyên Kurdistanê hate meşandin. Encamên wê yên li Rojava bûn. Asoyek vekir. Ji bo mirovahiyê bû hêviyek. Bû derketinek girîng. Her kes jî ev yek wiha pênase kir. Rojên Rojava, rojên Kobanê. Êrîşên çeteyên faşîst, mirovahî fetisand. Mirovahî bi vê berxwedan û şoreşê hinekê rehet bû, zindî bû, jinûve hêvî qezenc kir.
Li ser vê bingehê ez di salvegera 13’an de Şoreşa Azadiyê ya 19’ê Tîrmehê silav dikim. Ez hemû hêzên ku ev şoreş pêk anîne, şervanên azadiyê yên Rojava, gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Tirkmen, Çerkes – gelek gelan pîroz dikim. Bi rastî jî hêviya demokratîk jî ava kirin.
Ev ruh û derketineke mezin bû. Yanî di rastiyê de ji bo mirovahiyê bû ronahî. Ronahiya Rojhilata Navîn… Eger ew nebûya dibe ku siberoj û rojên îro yên Sûriyeyê hîn tarîtir ba. Firsend neda wan. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13 sal in li dijî zehmetiyên mezin bi hezaran şehîd dan û hîna jî têdikoşin.
DYE’YÊ EFGANÎSAN Û SÛRIYE RADESTÎ EL QAÎDEYÊ KIR
Sîstemeke neteweyî ya demokratîk afirandin. Jiyaneke wekhev û di nava hev de ava kirin. Azadiya jinê pêş xistin. Her kes weke mînakekê lê dinêre. Bi rastî jî bû cihê nefes girtinê û hêviyê bi dest xist. Em her tim hêvîdar in ku wê bi vî rengî be. Helbet hin tişt dibin; tehdît her tim hene. Emerîkî dem bi dem gefan dixwin.
Em di wê baweriyê de ne ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê mijarê de xurt bûne û dê van gefan pir cidî negirin. Divê DYE’yê jî dev ji gefên “Ez ê vê bikim û ez ê vê bikim” ku li her kesî dixwe, berde. Lê em dibînin ku ew çi dikin. Efganîstan radestî El Qaîdeyê kirin, Sûriye radestî El Qaîdeyê kirin. Talîban jî El Qaîde bû, HTŞ jî El Qaîde ye. Colanî jî endamê El Qaîdeyê ye. Qaşo bi Usame Bîn Ladîn re êrîş pêk dianîn. Ev El Qaîde, ne heman hêza ku êrîşê Quleyên Cêwî kiribû?
Eger DYE’yê vê bike, wê kincên wê yên qirêj derkevin holê. Nîqaşên li ser kî li pişt van bûyeran heye û lîstikên bi çi rengî tên lîstin, wê xurttir bibin. Divê ne wisa be. Her wiha ne diyar e bê ka ew nûner di rastiyê de, çi dike. Ev îro dihat nîqaşkirin û min xwest vê yekê bi vê wesîleyê parve bikim. Ji aliyê medyayê ve gelek tê parvekirin.
Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Kurd bi têrkerî bûne xwedî hişmendî û rêxistinbûyî ne. Hêzên wan ên parastinê hene. Li dijî her cure êrîşê wê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ji vê bawer in. Divê her tim hêviyên xwe zindî bihêlin, hişyar bimînin û bi rêxistin bin. Divê hevgirtin û yekîtiya xwe winda nekin; wê bi ser bikevin.
Serketina wan ne girêdayî pêkanînê kesek dine, girêdayî pêkanînên xwe ne. Ez careke din her kesên ku tevkarî li salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê kirine pîroz û silav dikim. Gelek spas dikim.
DI 14’Ê TÎRMEHÊ DE BERXWEDANA RÛMETÊ YA NETEWEYÎ HAT MEŞANDIN
Em 43’yemîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê pîroz dikin. Ev berxwedana mezin wekî Roja Rûmeta Neteweyî hate binavkirin. Bi rastî jî Berxwedana Rûmeta Neteweyî hatibû meşandin. Biryara tevahiya vê berxwedanê li wir hate girtin. Ez dixwazim bi taybetî vê bêjim: Hin kes hene ku dibêjin, “Em ê PKK’ê û Kurdan bixapînin an jî bitepisînin.” Hin bang dikin û dibêjin, “em ê wan bixapînin, bitirsînin û wan neçar bikin ku teslîm bibin.” Em ji kesên ku rêyek wisa dişopînin re dibêjin, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û ya girîng em Berxwedana Zindana Amedê bi bîr tînin.
We li wir çi kir, rêbazên we çi encam bi xwe re anîn, li wê binêrin. Her wiha li encama ku derdikeve holê jî binêrin. Ew bi dubarekirina rêbazên kevnar û têkçûyî careke din tiştekî bi dest naxin. Divê ew vê yekê bibînin. Ew nekarîn mirovên ku di wê zindanê de girtî ne bêbandor bikin, ew nekarîn wan bêhêvî bikin û ew nekarîn wan bê berxwedan bihêlin. Niha, ew hewl didin ku ciwan û jinên vê civaka Kurd a zane û rêxistinkirî bêrêxistin bikin, bêmoral bikin û neçar bikin ku teslîm bibin.
Ev hewldanên vala ne. Rastî çine? Ew jî bi rastiya Berxwedana Zindana Amedê û Berxwedana 14’ê Tîrmehê re diyar dibe. Her tişt bi wê ruhê berxwedanê, hişmendiyê û serketina îdeolojîk a afirandiye heta roja îro hatiye.
Îro ew hişmendî, ew sekna îdeolojîk, hemû civak girtiye nava xwe û li mirovatiyê belav bûye û pêşketinê nîşan dide. Li ser vê bingehê ez 43’yemîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê careke din silav dikim.
Lehengên mezin ên vê berxwedanê hevrê Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî ne. Ez di şexsê wan de bi hurmetî, hezkirin û minetdarî hemû şehîdên me, bibîr tînim. Gerîlatî bi vê berxwedanê re destpê kir. Gelê Kurd bi vî ruhê berxwedanê hebûna xwe îsbatkirin. Li ser wê bingehê demokratîk kirin; îro her kes bi rehetî vê dibêje.
Niha, ev pêvajoya nû, pêngava nû, Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk, bi şêweyê rûbirûbûna vê berxwedanê û hîn bêtir pêşdebirina wê berdewam dike. Bi gotineke din, em dikarin bi xwe bawer vê bêjin: Em di xeta civaka demokratîk de diguherin û vediguherînin. Ev pêvajo wê bi vî rengî dewam bike. Guherîn û veguherîna demokratîk wê bidome. Banga Aştî û Civaka Demokratîk dê teqez bi ser bikeve.