Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ji Rêber APO peyama ji bo konferansa Şengalê: Ferman êdî bi dawî bûye

Edîtor: Nucan Serdoz
17/07/2025 - 11:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Rêber APO peyama ji bo konferansa Şengalê: Ferman êdî bi dawî bûye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêber APO peyamek ji Konferansa Ronakbîriyê ya Şengalê re şand û got, bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re wê êdî ferman neyê serê Êzidiyan, ferman êdî bi dawî bûye.

Rêber APO ji bo gelê Êzidî û Şengalê peyameke taybet gîhand Konferansa Ronakbirî ya Şengalê: “Pêwîst e herkes vê zanibe; gelê Êzidî ne tenê ye. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî û xwişk-biratî dixwaze, mijara rûmetê ye.”

Rêber APO ku gotibû ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva 73 fermana ye’ û her wiha banga ronesansa Êzidiyan kiribû, ji bo Konferansa Ronakbirî ya Şengalê jî peyameke taybet gîhand gelê Êzidî û Şengalê.

Peyama Rêber APO a ji bo konferansê wiha ye;

“Beriya her tiştî, ez we li ser navê rêhevalên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.

Dîrok tenê behsa paşerojê nake; êşên ku hatine jîyîn, berxwedan û heqîqetê jî di nav xwe de dihewîne. Xelkê Êzidî, yek ji ragirên herî qedîm û herî bi rûmet ê vê heqîqetê ne. Êzidî ku xwedî yek ji baweriyên destpêkê yên Mezopotamyayê ne, bi hezaran salin li hemberî zext, koçberkirina bi darê zorê û tine hesibandinê hebûna xwe parastine.

Êzidî şopên jiyana azad heta roja me anîne

Êzdayetî, ji baweriyek û kevneşopiyek zêdetire. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re û pîroz dîtina ruhberan ji xwe re esas digire. Ji ber vê ye ku pergalên zordar her dem Êzidiyan ji xwe re xeter dîtine. Ji ber ku Êzidî, şopên jiyana azad û wekhev heta roja me anîne.

Dema bi zilmên mezin re rû bi rû man, Êzidî paş ve gav neavêtin; xwe spartin çiyayên Kurdistanê, xwe bi dîroka xwe û bi baweriya azadiyê ve pêçan. Hate xwestin ku bawerî û zimanê wan were qedexekirin lê wan çanda xwe dan jiyandin. Dema xwestin werin tinekirin jî, ji xweliya xwe ji nû ve ji dayik bûn.

Jinên Êzidî ti carî serî netewandin

Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrişên herî giran lê ti carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şengalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan, hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava kirin.

Îro têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gelê Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedî lê derketina wijdana mirovahiyê ye.

Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin gengaz e.

Ferman êdî bi dawî bûne

Pêwîst e herkes vê zanibe; gelê Êzidî ne tenê ye. Ruxmê hemû êşên 73 fermanan, bi berxwedanê xwe gihandine roja me. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em pêşdixin re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî û xwişk-biratî dixwaze, mijara rûmetê ye.”

Peyama Rêber APO ji aliyê beşdarên konferansê ve bi coşeke mezin û bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pêşwazîkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê dewreyekê tendûrîstî vekirin

Nivîsa Pêş

Şehîdên Berxwedana 14ê Tîrmehê li Dêra Zorê Hatin Bîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîdên Berxwedana 14ê Tîrmehê li Dêra Zorê Hatin Bîranîn

Şehîdên Berxwedana 14ê Tîrmehê li Dêra Zorê Hatin Bîranîn

Jinên Ciwan ên Heseke komxebatekî li ser avakirina komînan lidarxistin

Jinên Ciwan ên Heseke komxebatekî li ser avakirina komînan lidarxistin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.