HESEKE – Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê li ser avakirina komînan di çarçoveya ramanê Rêber Apo de komxebatekî li dar xist.
Di destpêkê de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê hat girtin.
Piştî wê beşekî ji Manîfestoyê Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo hat xwendin. Her wiha, sînevîzyonekî li ser perspektîfên Rêber Apo ji bo jînên ciwan û dîmenê banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk hatin temaşekirin.
Piştre jinên ciwan li ser avakirina komînan li herêmê nîqaş dan meşandin.
Di dawiyê de daxuyaniyekî bi encama komxebatê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan hat xwendin: