DÊRA ZORÊ– Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14 Tîrmehê a Zindana Dîyarbekirê çalakiyek bîranînê li dar xistin.
Çalakî, ku ji bo bîranîna berxwedêrên ku vedena xwe li hember zilma faşîst kirine mertal, hat lidarxistin, tekezî li ser têkoşîna gel ji bo jiyaneke bi rûmet kir. Armanca bîranînê ew bû ku fedaiyên berxwedêrên zindanan û pêkanînên zindanên faşîst ên li Tirkiyeyê bi bîr bîne. Tevgera Ciwanên Şoreşger tekezî li ser zext û polîtîkayên bênasnamekirinê yên sîstematîk ên li dijî gelê Kurd kir û diyar kir ku divê ev berxwedan neyê jibîrkirin. Di çalakiyê de vîdyoyek ku berxwedana zindanan nîşan dide hat nîşandan.
Bîranîm ku ji aliyê niştecihên herêmî ve gelek beşdar bû, ji bo şehîdan deqeyek bêdengî hat girtin. Çalakî bi dirûşmeyên Erebî bi dawî bû.