NAVENDA NUÇEYAN- Ji 2 ciwanên ji Amûdê ji duh bi şev ve agahî nayê wergirtin ku wê demê ji bajarê Şamê vedigerîn bajarê xwe.
Navên ciwanan Kamîran Farûq Xalid (25) û Mihemed Ebdulhelîm Hebeş (26) e. Her du ciwan beriya çend rojan berê xwe dabû Şamê, lê dema duh vedigerîn, li ser rêya Hums-Selemiyê têkilî bi wan re qut bû.
Li gorî birayê Kamîran Xalid ji nûçegihana me re aşkera kiriye, peywendiya dawîn duh saet 18:00ˊan êvarê bû û hîna jî malbatên her duyan ji rewşa wan ne agahdar in.