HESEKE – Bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya bi pêşengtiya şehîd Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke bi meşaleyan lidarxistin di bin slogana “Bi rihê ciwantiya 14’ê Tîrmehê emê bi Rêber Apo re azad bijîn” de.
Meşê ji çerxerêya Kevokê dest pê kir û ber bi çerxerêya şehîd Serhed a taxa Salihiyê ve bi rê ket.
Li wir, deqayekî rêzgirtin ji bo hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê endama Yekitiya Jinên Ciwan Helîma Îsmaîl şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û soza domandina berxwdana wan heta pêkanîna demokrasî û azadiyê, dubare kir.
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso jî der barê komkujiyên li Siwêdayê de got: “Tiştê ku em îro li Siwêdayê dibînin binpêkirina rûmeta taîfeya Durzî ye. Em jî wekî gelên herêmê em bi hemû pêkhateyên xwe dibêjin em li dijî komkujiyên we û biryarên we yên paşguhkirinê ne. Şoreşa Sûriyeyê ji bo parastina rûmeta gel e, ne ji bo binpêkirina wê.”
Oso diyar kir ku divê gelên herêmê li hemberî van binpêkirinan dengê xwe bikin yek û li hemberî biryarên zordariyê li ber xwe bidin.