NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku hêzên hikûmeta veguhêz di sibehê de ketin bajêr, li taxan pevçûnên tund derketin.
Di heman demê de, wêneyên ku li ser medyaya sanal belav dibin nîşan didin ku agir û dûman ji taxên ku pevçûn lê berdewam dikin bilind dibe, di heman demê de wêneyên din jî nîşan didin ku hêzên HTŞ dest bi qetlîamên girseyî dikin.
Di sê rojên pevçûnên di navbera şervanên herêmî û hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de li bajar û derdora Siwêdayê zêdetirî 250 kes hatine kuştin.