REQA- Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên ku Sûriye tê re derbas dibe, rola ciwanan di avakirina siberoja welêt bi dirûşma “Di Sosyalîzmê de Israr Di Mirovahiyê de Israrkirin e” panelek li holeke stadyuma şaredariyê ya li kantona Reqayê li dar xist.
Di panêlê de ciwan û jinên ciwan ji kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdar bûn.
Endama Komîteya Serokatiyê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger li ser rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û bandorên hilweşîna rejîma Baasê axivî.
Zelal diyar kir ku ji bo biserxistina pêvajoya siyasî û aborî rola ciwanan gelek girîng e.
Zelal behsa navaroka civînên di navbera nûnerên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de kir.
Zelal di axaftina xwe de, bang li hikûmeta veguhêz kir ku siyaseta xwe ya li hember herêmê biguherîne û rêbaza ferzkirina hegemonî û otorîteyê ya rêjîma Baasê dûbare neke.
Zelal anî ziman ku pêwîst e hikûmeteke demokratîk were avakirin ku hemû pêkhate û mezhebên li Sûriyeyê di nav xwe de bigire, di heman demê de nûnertiya jinan, maf û azadiyên wan werin misogerkirin.
Beşdarên panelê nêrînên xwe der barê girîngiya diyalogê ji bo avakirinê û dîtina çareseriyê, avakirina siberojeke baştir ji Sûriyeyê re parve kirin. Di heman demê de gotin, ji bo ku Sûriye ji vê aloziyê û pirsgirêkên atnîkî û taîfî xilas bibe, projeya Rêveberiya Xweser a herî guncew e.