NAVENDA NUÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja Înê (11 Tîrmeh 2025) ciwanê bi navê Mistef Hemûd El Şiblî (24) yê ji bajarokê Ehrezê revand.
Çavkaniyên xwecih ku ji bûyera revandina Mistefa agahdar in, dane zanîn ku di navbera Mistefa û şêniyekî de nîqaşên dijwar derketin, piştre nîqaş veguherî pevçûnekê. Çavkaniyan diyar kir ku kesê bi Mistefa re şer kir, alîkarî ji xwe xalanên xwe yên di nava çeteyan de xwest, li ser vê yekê çeteyan Mistefa revand û bir cihekî nediyar.
Aqûbeta Mistefa El Şiblî nayê zanîn.