Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Pêvajoya nû xwe dispêre mîrate û berxwedana 14’ê Tîrmehê!

Edîtor: Nucan Serdoz
13/07/2025 - 12:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!
ParvekeTweet

NAVEND ANUÇEYAN- KCK’ê got, “Pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin, xwe dispêre mîrate û xebat berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ku gelê me ji tinebûnê rizgar kir û hişmendî û îradeya azadiyê da me.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî salvegera 43’emîn a Berxwedaan 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di demekê de ku bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîna me derbasî nava serdemeke dîrokî ya nû bûye, em dikevin salvegera 43’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya dîrokî ku weke Roja Rûmetê ya Neteweyî pêşwazî dikin. Em şehîdên nemir ên vê berxwedana dîrokî ya mezin hevrê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi hurmet, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li be bîranîna wan a hêja ditewînin. Di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan careke din bi bîr tînin. Dilsoziya xwe ya bi şehîdan re û soza ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Têkoşîna me ya azadiyê ya Apoyî ku li ser bingeha xeta berxwedanê ay 14’ê Tîrmehê pêşketinên dîrokî yên mezin afirand, bêguman ji niha û pê ve jî wê li ser bingeha ruh, rêbaz û feraseta vê xetê pêşketinên dîrokî yên nû biafirîne, gelê me bigihîne azadiyê ku hesreta xwe ya dîrokî ye.

Pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin, xwe dispêre mîrate û xebat berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ku gelê me ji tinebûnê rizgar kir û hişmendî û îradeya azadiyê da me. Ruh, biryardarî û rêbaza têkoşînê ya vê xetê ji xwe re dike esas. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir divê em îro li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê bisekinin û vê bûyera dîrokî bi kûrahî fêhm bikin. Rêber Apo di banga xwe ya 19’ê Hezîrana 2025’an de ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi şêweyê bicihkirina li şûna manîfestoya ‘Rêya Şoreşa Kurdistanê’ pênase kir ku manîfestoya me ya destpêkê ye. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya dîrokî li ser bingeha pîvana parastina hebûnê ya li dijî îmha, înkarê, berxwedana li dijî qirkirin û mêtingeriyê pêk hat ku di manîfesteya ‘Rêya Şoreşa Kurdistanê’ de ji aliyê Rêber Apo ve hate destnîşankirin. Vê xeta têkoşînê înkara ku li ser gelê Kurd dihate ferzkirin şikand û hebûna gelê me jinûve afirand.

Têkoşîna me ya azadiyê li ser vê mîrateya dîrokî îro li ber afirandina pêşketinên dîrokî yên nû ye. Bêguman têkoşîna me ya azadiyê ku li ser bingeha mîrate û xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya dîrokî bi pêş ket, wê bi azadkirina gelê Kurd û bi perspektîfa neteweya demokratîk, sosyalîzma demokratîk û komunalîzma demokratîk hêzeke mezin tevlî têkoşînên piştevanî, wekhevî, azadiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bike û bi vî rengî rola dîrokî ya ku jê tê hêvîkirin bi cih bîne.

Li ser vê bingehê di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê ya dîrokî hevrê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî de em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê careke din bi hurmet bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê şehîdên 14’ê Tîrmehê ya dîrokî bi bîr bînin, têkoşîna wan a dîrokî fêhm bikin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna dema nû bi pêş ve bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana 14’ê Tîrmehê: Îradeya Bêdawî ya Ciwanên Apoyî û Rola Wan di Têkoşîna Li Dijî Kapîtalîzmê de

Nivîsa Pêş

Çeteyên aîdê Dewleta Tirk ciwanek revand

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çeteyên aîdê Dewleta Tirk ciwanek revand

Çeteyên aîdê Dewleta Tirk ciwanek revand

Li Reqayê Semînera Diyaloga Ciwanan:“Di Sosyalîzmê de Israr Di Mirovahiyê de Israrkirin e”

Li Reqayê Semînera Diyaloga Ciwanan:“Di Sosyalîzmê de Israr Di Mirovahiyê de Israrkirin e”

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.