NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK-JIN Wanê di çarçoveya Roja Fedaibûyina ya 30’ê Hezîranê de li gelek taxan Şehîd Zîlan bi bîr anîn. Endamên yekîneyê li gelek taxên Wanê pankartên ku li ser wan nivîsandî bûn “Xeta me Zîlan e, Rêberê me Ocalan e” û “Xeta Zîlanê di têkoşînê de israr e, di şer de serketin e” û “Zîlan Peymanek Mezin e” daliqandin. Endaman her wiha posterê sê metre dirêj ê Rêber APO ku li ser wê “Bijî Serok APO” nivîsandî bû daliqandin.
Endaman derbarê çalakiya ku pêk anîn de ev daxuyanî dan:
“Şehîd Zîlan, sembola fedakariyê, pusula jin û jinên ciwan, manîfestoya hem şer û hem jî jiyanê ye. Rêber APO Şehîd Zîlan wekî peyamek mezin bi nav kir. Em, wekî YCWK, dibêjin ku em ê vê peyama mezin bişopînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna me dê heta ku xewnên şehîdên me pêk werin berdewam bike. Li ser vê bingehê, em Şehîd Zîlan û di şexsê wî de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Şehîd namirin!
Bijî Serok Apo!”